La Linea
La Linea | |
---|---|
Dublaj | Carlo Bonomi (hemû deng) |
Dublajkirina kurdî | Tune |
Bestekar | Franco Godi |
Welat | Îtalya |
Hejmara sezonan | 3 |
Hejmara beşan | 90 |
Mawe | 2 - 6 hûrdem |
Şirket | B. Del Vita (sezon 1), HDH Film/TV (sezon 2) |
Weşana ewilî | 1971 – 1986 |
biguhêre |
La Linea navê rêzefîlmekî kartonî ye ku ji aliyê kartonîstê îtalî Osvaldo Cavandolî ve hatiye xêzkirin. Muzîka wê jî ji aliyê Franco Godi ve hatiye amadekirin. Ji ber ku kurt û balkêş û komîk e ji sala 1969 û vir ve li gelek welatan belav bûye, li gelek welatan hatiye darîkirin (temaşekirin).
Mijara wê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li ser xêzeke bêdawî ew karakter her rêve diçe û tişt tên serê wî. Bi vî awayî ji 90 beşan pêk tê, her beş di navbera 4-5 xulekan de ye. Di gel ku heta 225'an jî hatibe nimarekirin lê a rast ji 90 beşan pêk tê.
Sernavê Rêzefîlmê bi zimanên din
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li wan welatan bi navên cuda hatiye bilêvkirin:
Resen/Orjînal: La Linea
"Linus på linjen" (Lînûsê liser xêzikê) - Swêd
"Badum badum" - Slovenya
"Badum badum" û carna jî "Złośniczek" - Polonya
"Menő Manó" - Mecaristan
"Mar Kav" / "מר קו" (Lawê Xêzê) - Îsraêl
"Bajram" - Albanya
"Streken" - Norwêc
"Stregen" - Danîmarka
"Línan" - Îslenda
"Baljum Baljum" - Makedonya
"Барум Барум" / "Barum Barum" an jî "Абаракандиши Ди Фјури" / "Abarakandiši Di Fjuri" - Serbistan
"Lineman" - Dewletên Yekbûyî yên Amerîka
"La Linéa" - Fransa
"A Linha" - Brezîl
"Lijntje" - Holenda
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |