Tule

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Lale hat beralîkirin)
Tule
Tuleya yan laleya Îranê, li Kazaxistanê
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
(ne aşkera ye): Angiosperms
Kom: Liliales
Famîle: Liliaceae
Binefamîle: Lilioideae
Cins: Tulipa
Cureyên wê

Li gotarê binêre

Festîvala tuleyan li Woodburn, Oregon. 2007

Tule, lale (latînî: Tulipa) navê komekê kulîlkên ji malbata liliaceae ye. Carekê bê ajotin, her sal bi xwe digihê. 2-8 pelên wê hene. Li ser darikekê yek an du gupik hêşîn dibin. Tuleyên Kurdistanê bêhtir sor in, lê yên zer û bi rengên vekirî jî hene.

Welatê bav-kalê yê vê kulîlkê rojavayê Asyayê, Efxanistan, Azerbaycan, Qazaxistan, Îran e, ji wan deran belav bûye. Li Kurdistanê bi taybetî li cihên deştî digihên. Li Mûş, Îdir, Bidlîs û Wanê kêm be jî çandiniya wê tê kirin.

Li seranser erdxanê (dinya) tule tê diyarîkirin. Li Ewropa, bi taybetî Holendayê bazara wê mezin e. Li wir bi teknîkên nûjen 1200 cureyên tuleyê tên ajotin û firotin. Cureyên Ewropayê Tulipa gesneriana, Tulipa kaufmanniana, Tulipa greigii û Tulipa fosteriana ne.

Cureyên wê yên li Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mixabin kîjan kîjan e, navê wan ên zanistî çine, florîstên kurd rave nekirine. Navên li deşta Rewanê derbas dibin ev in:

Cureyên wê di zanistiyê de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Galeriya tuleyên ewropayî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]