Lamassu

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Lamassu, ku weke ku dowde wê ku Ga û an jî ya Şêr a û serê wî yê mirov a, tê tefsîrkirin. Di dema Sumerîyan de jê re "lamma" dihat gotin. Di dema Akadîyan de "Lamassu" û li ber dicle jî jê re "Şedu" dihat gotin. Şêdu, di kurdî de bi gotina "şêd" re hîmê gotinaka teybet ya navî bi şêr re diafirêne. Di dema Sumerîyan de jê re "alad" jî hatîya gotin. Piştî dema Sumerîyan, heta dem tê dema Akadîyan, wê jê re bê gotin "şêdu". Şêdu, di kurdî, dibê gotinaka sentez.

Wate nav û wî navê sentezî[biguherîne]

Lamassu, di kurdî de, bi lê-mes-su, bi nêhta parastinê meyîzendinê têne ser ziman. Bi teybetî, weke ku tê dîtin, Lamassu, weke sembola hêz û qûwete tê dîtin û ser ziman. Hêz û qûwete desthilatdariyê. Bi vî rengî, ku serî serê mirovan a û gowde weke ya şêr û an jî ya Gayan a, di dema Medîya de derketîya pêş, weke sembola hêza keyên Medî. Lamassu, Peykerê wî yê ku hat dîtin, weke ku bi milê çapê de li ser lingan dimeşê dimeşê. Ev şeklê peykerê wî, weke teybetmendîya wî tê ditin. Ku ji pêşîya wî ve lê tê nerîn, weke ku li kêvîya xwe dinerê û dimeşê tê berçav. Ew nerîna wî, bi Nêht a. Dîroka, Lamassu, diçê ta berî zayinê nêzî sê hezar salan.

Motîva Lamassu[biguherîne]

Lamassu, piştî dema sumer, babil û akad, di dema Asûrîyan de jî, pirr mazin tê dîtin. Weke ku van hersê serdemên mazin ên pêşî, tê dîtin ku di wê demê de jî Lamassu, wate xwe mazin di parêzê. Lê di dema Gûtîyan de jî, weke sembolaka hêza mazin hatîya dîtin. Ew tefsîra wî ya ku gowde wî ya ga, serê wî yê mirov û bi çengê baz, tê dîtin. Baz, şêr û mirov, di Lamassu de hatîya yekkirin. Sumerîyan, Lamassu, weke xwûdayakî afirand. Piştre, di jîyanê de, bi pirralî wê lamassu, were li holê di dema Medîya de Lamassu ya jin, wê derkeve li holê. Lê di dema ku mirov li wê motîva sumerîyan dinerê, mirov dibîna ku weke ne afirandinaka ji wê demê ya. Weke ku berî wê demê di dema Gûtî û hûrîyan de afirîya.

Lamassu, biqasî Şahmaran, melekê Tawis ku xwûdayê ola Êzîdî ya kurdan a, mazin a û bi wate ya. Lamassu ya jin jî jê re Apsasû hatîya gotin. Di nava Asûrîyan de mirov bi ceng ê ga, pêşketîya. Jê re hatîya gotin (Aladlammu û Lamassu). Aladlammu, tê wate "gîyane parastvan."

Aliyê Lamassu ê mitolojikî[biguherîne]

Lamassu, bi tememî weke mitolojiyekî nayê hasibandin. Di mîtolojiya Mezopotamya de Lamassu, ne jîndatîyaka azmanî nîn a. Wusa nayê dîtin. Ji noqa xwe û pê ve ku li gayekî sûwar mirovek, qiloç û guhê wî jî hatina çêkirin. Di dema babiliyan de, Lamassu, gîyaneka, pîroz tê dîtin û ew ji wê forma wî ya ku hatî çêkirin cuda tê şîrovekirin. Li qasrê keyan, peykerê wî heya lê gîyana wî, keyan diparêzê di şer û rêwîtîyan de. Di dema babiliyan de, Şedu, weke navê wê gîyana xwûdayî ya. Sembola wî jî, peykerê wî yê li jîyanê ya.

Tê gotin ku ji bo ku malan bi parêzê, navê wî û kêvalbarê wî hatîya çêkirin ji bo parastinê. Li devê derîyê qasran, ji bo ku qasran bi parêzê, hatîya çêkirin. Li devê deriyê bajaran hatîya çêkirin ji bo bajaran bi parêzê. Minaqa, wê ya herî zêde ya li berçav, di dema medîyan de, ew peykerê ku ji qama sê mirovan bilindtri ku dihatina çêkirin ji bo ku qasrê bi parêzên bûna. Hatîyan zanîn ku li devê deriyê bajêr jî hatîya çêkirin.

Fîgurên cudan ên ku di çêkirina wan de Lamassu bûya pageh[biguherîne]

Di demên me yên hemdem de jî, her netewek, ji wî sûdgirtîya û weke sembola desthilatdarîya ew derxistiya li pêş. Minaq, ya Şêr ku du şûran re, yan weke ku baz ku bi lapên xwe tiştna digirê û hwd, bûna.

Başûrê Kurdistanê, piştî ku desthilatdarîya ava kir, piştre, ku baz ku cengên xwe weke lapan bi kar têne û bi wan rojê digirê çêkir.

Çavkanî[biguherîne]