Lawrasya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Lawrasya
  • Superparzemîn
  • paleocontinent Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema bidawîbûnê
  • Nayê zanîn Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Lawrasya, (bi îngilîzî: Laurasia) nêzîkî 335-175 milyon sal berê perçeyek ji bakurê du girseyên mezin ên bejahî bûn ku beşek ji superparzemîna Pangeayê pêk anîne. Beşa din jî ku superparzemîna Pengaeyê pêk anibû Gondwana bû. Lawrasya ji Gondwana bi qasî 215 yan jî 175 milyon sal (destpêka di serdema dawî ya trasî de) di dema perçebûna Pangeayê de veqetiyaye ku piştî parçebûnê ber bi bakur ve diçe û di dawiyê de bi vebûna Okyanûsa Atlantîk a Bakur ku 56 milyon sal berê vebûye, perçe dibe. Navê Lawrasyayê ji yekkirina navên Laurentia û Asiayê pêk hatiye.[1]

Laurenşa, Avalonya, Baltîka û rêzek teranên piçûktir, li orjeniya Kaledonyayê de nêzîkî 400 milyon sal berê avakirina Lawrasya/Ewroamerîkayê pêk anîne. Paşê Lawrasya/Ewroamerîkayê bi Gondwana re li hev ketin û Pangaeayê ava kirine. Dûv re Qazaxistan û Sîbîrya ji Pangaeayê nêzîkî 290–300 milyon sal berê veqetiyane ku Lawrasya hatiye avakirin.[2]

Binêre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Du TOIT, P. J.; MALAN, A. I. (1937). "Phosphorus and Calcium Deficiency Diseases as Two Ætiologically Distinct Entities". Nature. 140 (3534): 153–154. doi:10.1038/140153a0. ISSN 0028-0836.
  2. ^ Cocks, L. Robin M.; Torsvik, Trond H. (31 kanûna pêşîn 2004). 5. Major Terranes in the Ordovician. Columbia University Press. rr. 61–67.