Lehiya Riha û Semsûrê 2023

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Lehiya Riha û Semsûrê 2023
Dîmenek karesata lehiya li Rihayê
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema destpêkirinê
  • 15 adar 2023 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hejmara miriyan
  • 21 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Lehiya Riha û Semsûrê, lehiyeke wêrankar e ku di 15ê adara sala 2023an de li du parêzgehên Bakurê Kurdistanê, li Riha û li Adiyemanê pêk hatiye. Lehî mehekê piştî erdheja wêrankar a li heman herêmê ji ber barana zêde pêk hatiye.[1]

Ji ber ku lehiyê li herêma erdhejên 6ê sibata sala 2023an pêk hat, kesên ku ji erdhejê xilas bibûn ji lehiyê bi bandor bûn. Gelek kon û konteynir di bin avê de man û zirara erdhejê girantir kir.

Ji ber lehiyê Gola Masiyan a dîrokî li Rihayê ziyaneke mezin dîtiye.[2] Masiyên golê di bin metirsiyê de bûn û gelek masî ji ber bê oksîjeniyê mirin.[2] Çend roj piştî lehiyê ku ava lehiyê zelal bû hatiye dîtin ku hinek masiyên golê li cihê xwe mane.

Tesîra lehiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nexşeya 15ê sibata 2023an ku tundî ya birûskê nişan dide.

Di lehiyê de li Rihayê 17e û li Adiyemanê 4 kes, bi giştî 21 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di nav kesên ku jiyana xwe ji dest dane de zarokeke yek salî jî hebû. Li navçeya Tûtê ya bi ser parêzgeha Adiyemanê maleke konteynirê ya ku kesên ji erdhejê xilas bûbûn hat hilgirtin û du kes mirin, çar kes jî winda bûn. Li Rihayê pênc welatiyên sûriyeyî di avahiyekî jêrzemînî ya ku di bin avê de mabû mirî hatin dîtin, du cesedên din jî ji kamyoneke asêbûyî ya di bin jêrbihorîna rê de hatin derxistin. Ji xeynî van çar kesên din mirî hatine dîtin û du agirkuj jî winda bûn.[3][4]

Ji ber lehiyê zirareke mezin çêbû û gelek kes ji kampeke konan a avgirtî ku ji erdhejê di welatî di konan de bûn cihê wan hatine veguhastin.[5] Li Rihayê beşa nêrîna nexweşên giran a Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Eyûbiyê di bin avê da ma 25 nexweş bi zorê hatin derxistin. Lehî bandor li trafîkê kir li taxa Xelîliyê di bin rêya jêr zemînê de de lehî rabû û gelek kesên di wesayîtan de asê man.[6] Li Rihayê nêzîkî 2000 avahî û kargeh ji ber lehiyê ziyan dîtin.[7]

Xebatên rizgarkirinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ajansa rêveberiya karesatan a Tirkiyê ragihand ku zêdetirî deh kolberên pispor beşdarî xebatên rizgarkirinê li her du parêzgehan bûne.[8] Li taxa Xelîliyê îtfaiyeyê kesên ku di bin derbasbûnê de asê mabûn xilas kirin.[9]

Bandora li ser erdhejiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lehiyê tesîreke mezin li bi hezaran kesên ku ji ber erdheja ku di 6ê sibata sala 2023an de li heman herêmê qewimî û di encamê de zêdetirî 57 hezar kes mirin, 200 hezar avahî hilweşiyan bû, gelek kes ji ber lehiyê carek din dîsa ji malên xwe derketin.[10]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Sabah, Daily (16 adar 2023). "Death toll from ravaging floods in Türkiye's southeast hits 15". Daily Sabah (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 27 adar 2023.
  2. ^ a b "Gola masiyan ji ber lehiyê zirareke mezin dît". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 27 adar 2023.
  3. ^ "Floods in Turkey kill 13 people in earthquake-affected provinces". www.aljazeera.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 adar 2023.
  4. ^ Reuters (15 adar 2023). "Floods kills at least 10 in southeast Turkey, Anadolu says". Reuters (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 adar 2023. {{cite news}}: |paşnav= sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)
  5. ^ "Floods in Turkey kill 13 people in earthquake-affected provinces". www.aljazeera.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 adar 2023.
  6. ^ "ŞANLIURFA SEL SON DAKİKA HABERLERİ | Şanlıurfa'da sel felaketi can aldı! Ölü sayısı yükseliyor". Sabah (bi tirkî). Roja gihiştinê 27 adar 2023.
  7. ^ "Şanlıurfa ve Adıyaman'da sel felaketi: Can kaybı 20'ye yükseldi". BBC News Türkçe (bi tirkî). 15 adar 2023. Roja gihiştinê 27 adar 2023.
  8. ^ "Floods in Turkey kill 13 people in earthquake-affected provinces". www.aljazeera.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 adar 2023.
  9. ^ "ŞANLIURFA SEL SON DAKİKA HABERLERİ | Şanlıurfa'da sel felaketi can aldı! Ölü sayısı yükseliyor". Sabah (bi tirkî). Roja gihiştinê 27 adar 2023.
  10. ^ "Floods in Turkey kill 13 people in earthquake-affected provinces". www.aljazeera.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 adar 2023.