Here naverokê

Li çiyayê Kurdistanê Di Bin Nîveheyvê De

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Pirtûka Helmunt Von Moltke ya derheqê seyahata wî ya li Kurdistanê de ye. Pirtûk ji nameyên wî pêk tê. Li sala 2018an ji alîyê weşanxaneya avestayê ve li kurdî hatîye wergerandin û weşandin.

Anekdotên Pirtûkê

Nivîskar 1ê Gulana sala 1938an li Diyarbekirê li kelekê siwar dibe pêşî li Heskîfê paşê li Cizîrê disekne û heta Mûsilê diçe.

Cizîr: Reşît Paşa bi mehan bi top û gulleyan êrîşî vî bajarî kirîye, piştî ku bajêr hatîye zeptkirin hemû mêrên bajêr (ji ber ku êzidî ne) hatine qetlkirin, jin û zarokên wan dîl hatine girtin. Ji ber vê bajar kavil bûye, gelekî kêm kes lê mane.

Mûsil: Şênîyên bajêr Kurd, Ereb, Tirk û Îranî ne, lê zimanê bazarê Erebî ye.

Şingal: Li vir 34 gundên êzîdîyan û bajarekî ku ji alîyê Reşît Paşa ve hatîye xirakirin heye.

Nivîskar piştî Şingalê diçe Çilaxayê û piştî ku pê dihese ku dê Çerkez Hafiz Mehmed Paşa êrîşî keleha begekî kurd bike dixwaze tevlî hêzên osmanî bibe.

Li 12yê Gulanê digêje hêzên osmanî.

Keleha Saîd Beg: Li vir mîrekî kurd ku ev çend sal e otorîteya dewletê nas nake bi 200 leşkerên xwe dimîne. Hêzên Osmanî qederê 3000 leşker in, Bedirxan Beg jî bi hêzên xwe re piştgirîya vî şerî dike. Piştî pevçûnên biçûk Saîd Beg û hêzên Osmanî li hev tên, lê keleh bi topan tê xirakirin. Nivîskar ti agahî nade lê ihtîmal e ku ev Saîd Beg kurmamê Bedirxan Beg be.

Çiyayê Xerzan: Li vir nêzîkî 30 hezar kurdên bi tiving hene, ew bacê nadin dewletê û bi ti awayî nabin leşkerê dewletê. Lê yekîtîya wan tine û nakokî di navbera hemûyan de heye.

Hezo: Li vir ji xeynî xeyrîmuslîman ti kes nemaye, misilman ber bi çiyayan ve vekişîyane. Min ji bo niştîna leşkeran gundekî vala dît. Gund bi zevîyên xwe re hatine şewitandin. Min xwest rê li ber bigirim, lê divê mirov gunehê xwe bi qaçaxan neyne bila nikaribin vegerin.

Gundê Papûr: Xelkê vê derê nerevîyaye, bi tivingên destê xwe ji serbanên malên xwe êrîşî me dikin. Me dora wan pêça û gulle li ser wan barandin, hinek ji wan revîyan lê axlebê wan hatine kuştin. Ez çûme ba Hafiz Paşa, jin û mêrên bi birînên giran, ji her 'emrî zarok, ser û guhên jêkirî, kê van dianî 50-100 qirûş bexşîşa xwe distand. Xema bêdeng a kurdan, nalînên bê hêvî yên jinan dîmeneka ku dilê mirov pê dişewte.

[[Kategorî:Pirtûkên kurdî]]