Loqim

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Loqim

Loqim an lokim navê şîranîyekê ye. Ji doşaviyên curbecur û şekirê tê çêkirin. Çorsane yan rengîn in.

Dibêjin ji ereban belav bûye û navê wê jî راحة الحلقوم . Doşaviya wê bi saetan dikele. Gulav û gelek aromatîk tên bikaranîn. Kakil, ava lîmonê, ava gupikên dara oranjê (portakal), hin biharbêhn, qeysî ûêd gelek jî di hilberînê de tên bikaranîn. Li cîhana Îslamê pirr tê xwarin. Yewnan jê re λουκούμι (loukoumi) dibêjin.

Li Ewropa dikin para tirkan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wekî pirraniya xwarin-vexwarinên rojhilata navîn, welatên ereban, îran, qefqazê, li Ewropa viya jî wekî şîraniyeke romiyan (tirk) binavdikin. Lewra tirkan bi xwe re birine Ewropayê. Bi îngilîzî jê re Turkish Delight dibêjin. Alman jî carnan wekî „Türkischer Honig - Hingiva tirk“ binavdikin.

Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Alan Davidson: The Oxford Companion to Food, 2. Aufl. New York 2001, Artikel Turkish delight (îngilîzî)

Herwiha[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]