Mümtaz'er Türköne

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.


Mümtaz'er Türköne
Mümtaz'er Türköne
Jidayikbûn1ê kanûna paşîn a 1956an (68 salî)
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Zanîngeha Enqereyê ya Fakulteya Zanistên Siyasî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mümtaz'er Türköne (z. 1956 Stembol), akademîsyen, nivîskarekî romî (tirk) ye.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sala 1978'ê perwerdeya zanînên polîtîk bidawî dike. Master (1986), doktorayê (1990) dike. Sala 1993yê payeya doçentiyê digire. Ni li zanînegha Gazi û zanîngeha Fatihê dersdariyê dike.

Beriya cûntaya sala 1980yê xwedî nêrînên rastgir, neteweperwer bû. Di cûntayê de bo demekê tê zîndanîkirin. Sala 2007ê di kanala fermî ya dewletê TRT 1ê de bi tevî rojnamevan Emre Aköz û spîker Tülay Tüzün, bi navê Gündeme Dair (derbareyê rojevê de) bernameyêke gotûbêjê çêdike.

Bi qasî 1,5 sal bi tevî rojnamevan Faruk Mercan, moderatoriya bernameya bi navê Endaze (geometrî)yê dike. Ji aliyê serokkomarê Romê (Tirkiye) Abdullah Gül ve bo serokatoya saziya ziman (TDK)yê tê tayinkirin (21'ê berfanbarê 2011) lê ji peywirdariya xwe îstîfa dike.

Derbareyê bicihanîna daxwazên rewa û zagonî yên kurdan, nêrîna wî erênî ye. Bi tundî li dijî PKKê derdikeve, çareseriya kêşeya kurd di nava yekîtî û tixûbên Tirkiyeyê de dibîne[çavkanî hewce ye].

Pirtûk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Siyasi İdeoloji Olarak İslamcılığın Doğuşu - Wekî bîrdoziya polîtîk, hilhatina Îslamperweriyê
  • Cemaleddin Afgani
  • Siyaset - Polîtîka
  • Darbe Peşinde Koşan Bir Nesil 68 Kuşağı - Nivşek di pey cûntaxwaziyê de Nivşa 68'ê
  • Sözde Askerler - Qaşo leşkeran
  • Türkiye'nin Kayıp Halkası - Xeleka windayî ya Tirkiyeyê
  • Türklük ve Kürtlük - Tirkbûn û Kurdbûn
  • Türk Modernleşmesi - Nûjenîbûna tirk
  • Modernleşme, Laiklik - Nûjenî, laîktî
  • Siyasi, Tarihi, Dini ve Kültürel Boyutlarıyla İslam ve Şiddet - Jialiyê polîtîk, dîrokî, olî û çandî ve Îslam û şidet
  • Türkler ve İslamiyet - Tirk û Îslamiyet
  • Kürt Meselesi Nasıl Çözülmez? - Çawa nikare pirsgirêka kurd bê çareserkirin

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]