Mamût

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Mamût (Mammuthus) celebeke ji famîleyê fîlan e. Di serdema cemedê ya paşîn de, ew li Amerîkaya Bakur, Ewropa, Asya û Afrîka bi gelek celebên cihêreng belav bû. Endamên vê zayendê yên paşîn, bi dirêjî 4,5 m û bi giranî 8 ton, di sala 1700 berî zayînê de jiyane.

Mamût
Victoria.Mammut.P1033804.jpg
Dabeşandina zanistî

Navê wê yê zanistî Mammuthus e, pêdivî ye ku ew bi zayendê Mammut re neyê tevlihev kirin. Mammut famîleyek ji famîleya mastodontan (Mammutidae) e ku tenê li parzemîna Amerîkayê dijiya û ji dûr ve bi mamûtan re têkildar e. Di van poz de her dem 4 diranên dirêj hene û mîna mamûtan, di serdema cemedê de cûreyên mûyên dirêj derketine.

Peresîn[biguherîne]

Mamût di nîvê serdema Pliyosen de li parzemîna Afrîkayê derketine û ji wir jî ew belavî Ewrasya û Amerîkaya Bakur bûne. Bi demê re, ew li gorî sermayê xwe guncan kirin. Bermahiyên herî kevin ê mamutê hatine dîtin 4 mîlyon salî ne û li herêma Afar a Etiyopyayê hatine dîtin. Li Kenya û Afrîkaya Başûr bermayiyên aîdî vî celebê Mammuthus subplanifrons jî hatine dîtin. Ev celeb bi qasî 3 mîlyon sal hebû û piştre Mamuthus africanavus li Afrîkaya Bakur xuya bû.

Kladogram[biguherîne]

.


Pirtûk[biguherîne]

  • Garutt, W. E.: Das Mammut, Westarp Wissenschaften, 2004. ISBN 3-89432-171-7
  • Lister, Adrian und Bahn, Paul: Mammuts - Riesen der Eiszeit, Thorbecke Verlag, Sigmaringen 1997. ISBN 3-7995-9050-1
  • Stone, Richard: Mammut - Rückkehr der Giganten?, Franckh-Kosmos, Stuttgart 2003.ISBN 3-440-09520-7
  • Ward, Peter D.: Ausgerottet oder ausgestorben? Warum die Mammuts die Eiszeit nicht überleben konnten?, Birkhäuser Verlag, Basel 1998. ISBN 3-7643-5915-3
  • Probst, Ernst: Deutschland in der Urzeit, C. Bertelsmann, 1986
  • Ziegler, Reinhard (1994): Das Mammut (Mammuthus primigenius BLUMENBACH) von Siegsdorf bei Traunstein (Bayern) und seine Begleitfauna, Münchner Geowissenschaftliche Abhandlungen, 26, Seite 49-80, Verlag Dr.Friedrich Pfeil, München


Çavkanî[biguherîne]