Mele Tahirê Kewê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Mele Tahirê Kewê an Mele Tahirê Huseynê Kewê (jdb. sala 1930 li Mûş, m. li Qop sala 1977) helbestvan û alimê kurd bû.

Alim û helbestvanekî navdar bû. Di medreseyan de xwendibû û kurdî , erebî û farisî dizanibû. Bavê wî Huseynê Kewê ye. Huseynê Kewê di zarokatîya xwe de sala 1920ê bajarê Êrîvanê çiyayê Elegezê koçber bûye heta Mûşê.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mele Tahir di sala 1930ê de li Mûşê hatiye dinê. Piştre bavê wî di Mizgefta Mezina Mûşê de dikeve hepsê. Mele Tahir heta heşt sal ê bê bav mezin dibe. Di dawîbûna girtî de Huseyn ê Kewê zarokê xwe dibe dibistana medreseyê. Mele Tahir dixwine û perwerdeyê giring hildide. Perwerdeya wan giranî zimanê erebî bûye. Li paşê kurdî û farisî jî hildane. Lê belê ev xwendina wan ne fermî bûye. Hemiya bê fermî bûye. Nemaze, perwerdeya zimanê kurdî bi şêweyeki tund qedexe bûye. Lê disa jî, wan xwendekaran zimanê kurdî dest bernedane. Lê helbesta Cegerxwîn û Ehmedê Xanî her tim xwendine. Diwana Mele Ehmedê Cuzeyrî û Mewlûda Ehmedê Batê jî fêr hildane. Wekî din helbestên Mele Weysîyê Soktili jî gelekî xwendine. Mele Weysî hem hevalê wan û hem jî mamosteyê wan bû. Hezaran helbest nivîs kiriye û hemî jî ji wan xwendekaran re belav kiriye.

Ev hevotina Mele Tahir, ji Mele re gelekî kêrdarî bûye. Mele xwe geşepêdanî û nûbûnî kiriye. Alîya mirovayetîya wê jî geşe bûye.

Di piştê perwerdeyê de Mele, herkesî însan pejirand. Ber çavê wî de herkes wekhev bûye. Ji xelkê re xizmet ji bo wî pêwist bû. Mele gund bi gund digeriya. ji kesekî re dora xizmetê ne dida. Wekî din Mele, ji gundî re jî alikarî û agahtarî jî dibû. Mele di ev xizmeta xwe de vala nebû. Zanîn û agahtarîya xwe jî her car ji gundî re dida. Wê xwest gundî her tişt bizane û mafê xwe bigere. Mele Tahir zanistê ji herkesî re dida. Wekhev armanca wî bû. Lewma zanîna xwe parve dikir.

Belê carinan dixuya xebatê Mele vala derdiket. Digot : "gundî gune û rebene, xendin ji bo wan pirr pêwîste. Lewma ez wisa dixebitim û bêzar nabim.’" Zarokên wî heşt heb bûn.

Mele Tahir xebitî û birastî dema vala nedit. Lewma jî berhemê nivîsî çênekiriye.

Li sala 1977an li Mûşê di gundekî Qopê de mir.