Here naverokê

Merd Baran Boskan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Merd Baran Boskan nivîskar û siyasetmedarê kurd e ku di sala 1955 (1958 bi fermi sê sal piçûktir hatîyê lêkirin) an de li gundê Helhelê ji dayik bû ye. Gundê Hehelê li navçeya Pêşêkevir ku bi qezaya Hezroyê ya bajarê Amedê ve girêdayî ye.

Ew kurê Hesenê mala Osman û Dewranê ye. Zarûktiya wî li gund di nav malbateke qerebalix de derbas bû. Ew 12 xwuşk û bira (pênc xwuşk û heft bira) bûn. Herweha sê ap û zarokên wan jî tevî wan bûn.

Baran dibistana destpêkê li gund xwend, ji xwe dibistan, di sala 1961ê de cara pêşî li vî gundî hatibû avakirin. Piştre ew çû Amedê, dibistana navîn û universîte li Amedê xwend. Rasthatineke lê ew bû ye xwendevanek ji xwendevanên pêşîn yê dibistana destpêkê jî û ya navîn û fakulteyê jî.

Ev navçe jî, yek ji wan navçeyên şoreşa Şêx Seîd, şahidê serhildan û şahî û şîna wê bû. Ji ber ku ew bi çîrokên bûyerên Şêx Seîd mezinbûbû di temenê piçûkayî de nêzîkê tevgerên welatparêzên kurd bû. Bi ciwanên welatparêz re diciviyan li gor xwe pirsgirêkên welat û neteweya xwe gengeşî dikirin. Dê û bavê wî navê Umer lêkiribûn. Lê dema ew ji dîroka Kurdistanê hinek haydar bû şûn de ji navê xwe nefret kir. Ji ber vê jî navê xwe gava pêwist nebûna nedixebitand. Dema fersenda wî çê bû bi haweyek fermî jî navê xwe guherand.

Ew hêj ciwan bû di nav refê PDKT de cî girt. Ew di nav hemû pêlikên rêxistinî yê PDK yê de cî girt. Ew di nav PDKT de û rêxistinên demajoyiyên wê de (PDKT, RNK/KUK, PYSK, RSDK, TDK, YKE, HEVKARÎ û gelek hewldanên din) di katê wan yên cûr bi cûr de xebitîye. Di xebata xwe ya sîyasî de tim girîngîyek mezin didan yekîtî û hevkariya navbera rêxistinên kurdistaniyan. Wî di vî warî de gelek xebat kir lê mixabin tevî hinek serketinên piçûk ti serketinên mayinde ji van çalakiyan bidest neketin.

Di salên 70yan de tevgerên Kurdistanê li gor hêzên xwe vekirî û veşartî weşanên cûr bi cûr derdixistin. Di wan heyaman de PDK bi navê Xebat jî weşanek veşartî derdixist. Ew berpirsê çapkirina wê weşana veşartî bû. Weşan her carê li bajarek bi dizî dihat çapkirin. Her weha ew yek ji avakarên Radyoya Dengê Kurdistan ya Kurdistana Başûr bû, ku ew jî veşartî weşana xwe li çiyayê Kurdistanê pêşkêş dikir.

Weka gelek kadroyên tevgera kurd piştî derbeya leşkerî ya faşît ew jî koçberê derveyî welat bû. Piştî jîyana 4-5 salên Sûrî û Libnanê ew jî ji neçarî derket Ewropa û li Holendayê cîwar bû. Wî li Libnanê hinek belge û weşanên kurdan û yên li ser kurd û Kurdistanê danehev, lê dema 1982 wan de Beyrût ji aliyê Îsraêlê ve hat dorpêçkirin wî tevû nasnama xwe ve liwir hîştin û çû Sûriyê. Ew tişt hemî li Beyrûtê hunda bûn.

Baran, di sala 1985an de çû Holendayê û wek penaberek li wê ma. Ew niha jî li wir dijî. Baran tevî hevalên xwe ve Komela Çanda Karkerê Kurdistan li Holendayê KOÇ - KAKê ava kirin. Wan tevî hinek komeleyên kurdistaniyan Navenda Kurdistanê avakirin. Wê di rêveberîya wan de bi haweyek aktîv cîgirt.

Ew zewicandî ye û lawek wî 28 salî heye.

Karên rêvebirinê di malperên Netewe û Arşîva Kurd de

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di hinek kovar, rojname û malperan de mekaleyên wî hatin weşandin (Niştiman, Roj, Kurdnasîn, Netewe û hwd) û di redaksîyona hinek ji wan weşanan de jî cî girtiye. Ew niha jî di rêvebirin û redaksiyona malpera Netewe [1] û Arşîva Kurd [2] de cî digire.

Bi avakirin û rêvebirina arşîva digîtal ya kurdî Arşîva Kurd valayiyeke mezin ya agadariyê ya li ser çapemeniya Kurdistanê tê dagirtin. Weşan belgeyên ku bi kurd û Kurdistanê ve girêdayî bi haweyê digîtal tên civandin. Her kesê ku ji wan re pêwist be dikare jê sûd wergire.