Merdan Newayî
Merdan Newayî (an jî bi tirkî Aydın Üneşi), mamosteyê zimanê kurdî û teologê îslamê ye.[çavkanî hewce ye] Xwegirtiyê Seîdê Kurdî, bengiyê kurdewarî û kurdayetiyê û wergêrê Rîsaleyên Nûr e. Merdan Newayî di sala 1961ê de li gundê Cimzerqê ya li ser Kurtalana Sêrtê hatiye dinyayê.
Xwendin û karên wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Wî dibistana seretayî li gundê xwe xwendiye (1969-1973). Piştî dibistana seretayî sê sal li medreseyan erebî xwend. Piştî wî, ji derve ve dibistana navendî kuta kir (1976-1976). Piştî qedandina lîseya Îmam Xetîb a Sêrtê (1979-1983), heman sal Fakulteya Îlahiyatê ya 9 Eylülê kar kir (1983-1988). Salek şûn de (1989) li Enqereyê dest bi mamostayîyê kir (1989-1996). Piştî wî çû Batmanê, tenê çar sal li Batmanê karî mamostehiyiyê bike, di sala 2000î de ew sirgûnê Yozgatê kirin, neçû Yozgatê, dev ji mamostetiyê berda çû bi aweyekî aktîv dest bi karê siyasetê kir; wekî rêvebir di nava HADEPê de xebitî (2000-2004).
Di sala 2004an de li Batmanê bi awayekî fermî Kursa Zimanê Kurdî vekir (2004-2006), Merdan Newayî kesê ewil e ku bi awayekî fermî li Tirkiyeyê kursa zimanê kurdî vekiriye.[1]
Merdan Newayî niha li şaredariya Batmanê wekî karker dixebite. Ev çar sal in ji devre ve li Meslek Yüksek Okuluya Midyadê dersên kurdî dide.
Di 2016an de li Zanîngeha Artuklu (Enstîtuya Zimanên Zindî) li ser Serfa Kurmancî ya Eliyê Teremaxî tezeke masterê bi navê Tesrîfa Teremaxî nivîsiye[2] ku ev tez ji aliyê Weşanên Nûbihar ve bi navê Tesrîfa Teremaxî Yekemîn Gramera Kurdiya Kurmancî di 2018an de hatiye neşirkirin.[3]
Merdan Newayî zewiciye, bavê sê kur û keçekê ye.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Merdan Newayî | KurdîLit" (bi tirkî). 8 tebax 2016. Roja gihiştinê 16 nîsan 2025.
- ^ Üneşi, Aydin (6 tebax 2018). Teza Lîsansa Bilind Tesrîfa Teremaxî (Master thesis). Yaşayan Diller Enstitüsü.
- ^ "Tesrîfa Teremaxî". www.nubihar.com. Roja gihiştinê 16 nîsan 2025.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |