Merxûze
Jump to navigation
Jump to search
Merxûze, gundê Merxûzê, gundekî navçeya Bêsniya Adiyamanê ye.
Li derdora wî gundî, gundê Tokar, Geçitli, Beşyol û Yemcile hene. Merxûze gundekî mezin e. Nêzîkî 150 malî pêk tê. Li Merxûzê dû heb mizgeft hene, nîmej û teatê xwe li wan mizgeftan dikin. Gundê Merxûzê sê heb kanî jî hene.
Merxûze xwedî erdên mezin e. Di erdê wê de hewêc tên çandinê, wek genim, nîsk, ce, titûn û hwd.