Bêsnî

Navçeya Bêsniyê
Besni
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Semsûr
Serbajar Bêhiştî

Hejmara nahiyan 5 nahiye
Hejmara bajarokan 9 bajarok
Hejmara gundan 64 gund

Gelhe (2009) 80.681[1] kes
Rûerd 1.332 km2
Berbelavî 60,57 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2009) 26.788 kes
Koordînat 37°41′36″Bk 37°51′35″Rh / 37.69333°Bk 37.85972°Rh / 37.69333; 37.85972
Bilindayî 910 m
Koda postayê 02300
Koda telefonê (+90) 416
Bêhiştî li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Bêhiştî
Bêhiştî
Bêhiştî (Tirkiye)

Bêsnî yan jî Behsnî[çavkanî hewce ye]yek ji navçeyên Semsûra Adiyemanê ye. Di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekê girîng e. Li rojavayê Semsûrê dikeve. Firehiya erdê navçeyê 1.330 km², bilindahî ji rûyê avê 1.050 m ye. 8 şaredarî, 52 gund û 61 mezre girêdayî navçeyê ne. Gorî hejmartinên sala 2000´î hejmara niştecihên navendê 36.123 û bi tevî gundan 108.667 e.

Bêsnî her dem bûye navendek desthilatdariya kurdan. Mîrên Bêsnî ji Deryaya Spî heya Meletî, Dîlok û Ruhayê desthilatî kirine. Di sala 1620´î de gorî qeydan 16.000 nifûsa Bêsniyê hebûye. Osmaniyan hin caran bi Amed, Gurgum, Meletî, Dîlok an bi wîlayetên başûr ve girêdane. Di sala 1954´î de bi Semsûrê ve hatiye girêdan.

Wekî parçeyek Kurdistanê dîroka herêmê ji ya Kurdistanê ne cudatir e. Med, hûrî, mîtanî, asûr, faris, makedonî, romayî, ereb, mongol û osmanî li vir desthilatî kirine. Lê Bêsnî her dem wekî herêmeke serbixwe di bin desthilatiya mîrîtiyên Kurdan de bûye. Di qeydên dîrokî de navê Bêsniyê wekî Bêsnî, Bahsna, Bethesna, Behes, Behesnî derbas dibe.

Gund û beldeyên Bêsniyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bajarok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]