Mizgîn Tahir

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mizgîn Tahir
Mizgîn Tahir Omerî
Jidayikbûn1976
Serê Kaniyê, Binxetê
Cureyê muzîkêMuzîka opera ya bi kurdî
PîşeSopranoya lîrîk
Sopranoya dramatîk
biguhêreBelge

Mizgîn Tahir yekemîn dengbêja soprano ya kurd e.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mizgîn Tahir li Tirbespî Binxetê di malbateke hunerî de hate dinyayê. Bavê wê dengbêjê bi navê Necîmê Omerî an Necîmê tembûrvan bû û birayê wê, xwîşka wê stranbêj bûn. Lê Mizgîn dixwest muzîkeke ji wan cudatir çêbike.

Operayê cara yekem di kanalên televîzyonê de guhdarî kir. Pir bala wê dikişand.

Piştî qedandina dibistana navîn , dixwest biçe konsêrvatwar ê, lê him ji ber jinatiyê, hem jî ji ber ku muzîk ne girîng bû mixabin civak ji wê re pir ne alîkar bû. Wê pêşî li Zanîngeha Şamê di beşa arkeolojiyê de dixwend. Du sal bişûnde ew beş berda û sala dawî temam nekir. Lê dema ku wê dixwend, diçû cem mamosteyeke rûsî bi navê Gelîna. Wê li konsêrvatiwara muzîkê mamostetî dikir û li ber destê xwe Mizgîn ji bo konservatiwarê amade kir.

Di 1999an de dest bi konservatiwarê kir û xwendina xwe di amûjgeha muzîkê ya bilind dewam kir, di sala 2004an de xwedina xwe li Şamê bi dawî kir. Di dengê operalî de pênc dengê bingehîn hene: dengê Mizgîn Tahir bi xwe du beşî ye, sopranoya lîrîk û sopranoya dramatîk e. Mizgîn Tahir heta niha li gelek bajaranên mîna Şamê, Silêmaniyê û Amedê konsêr pêşkêş kirine.

Xebat[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mizgîn Tahir gelek konsêr bi koralê Konsirvatwarê re çêkirin, yên balkêş ev in:

  • Konsêrek li Busra(Şam) bi koralê Laskala yê îtalî di bin tevdêra mayistro Rîkardo Mûtî de.
  • Çend konsêr bi koralê Konsêrvatwarê re di vekirna mala opêra de li Şamê.
  • Konsêrek bi Resîd Sofî re li Mekteb Anber bi alîkariya navenda Gotê ya Îspanî li Şamê sala 2003 an de.
  • Konsêrek li Navenda çanda firensî li Şamê di sala 2005an de
  • Konsêrek li Kurdistana başûr bi orkêstra Silêmaniyê re bi tevdêra mayistro Abdula Cemal Sagirme di sala 2006an de.
  • Du konsêr bi Mîna Agosî re li Heleb û li Şamê sala 2007an de.
  • Konsêrek li festîvala Amedê di sala 2007an de.
  • Bi grûpê Bûde Bar re karek tomar kiriye, wê di meha neha de derkevê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]