Muhemmed Îqbal

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Muhemmed Îqbal
Muhemmed Îqbal
Navê rastî
محمد اقبال
Jidayikbûn1873
Siyalkut
Mirin21ê nîsan 1938
EsilPakistanî
Hevwelatî Pakistan
DestûrnameMewlana, Friedrich Wilhelm Nietzsche û Henri Bergson
PîşeAlim, helbestvan, fîlozof û sîyasetmedar
DînÎslam
biguhêreBelge

Muhemmed Îqbal (bi ûrdû: محمد اقبال) di sala 1873an de li welatê Pakistanê li bajarê Siyalkutê hatiye dinê. Ew alim, helbestvan, fîlozof û siyasetmedarekî pakistanî bû.

Zanistiya wî yê yêkem li ser Qurana Piroz bûye. Di piştî xilas kirina medreseyê, Îqbal bi alikariya mamosteyên xwe yên zimanê erebî û farisî, dest bi xwendina wêjeya îslamî kiriye. Dûre jî li bajarê Lahor ê zanîngeh xwendiye û li fakûlteya zimannasiya rojhilat bi xwe mamostetî kiriye. Di van salan de wî gellek helbest jî nivisandiye û weşandiye.[1]

Di sala 1905an de Îqbal li zanîngeha Cambridgeê ya Brîtanyayê li ser felsefe û îqtisadê mezûn dibe. Li paytexta Londonê sê salan dimînî û li vir li fakûlteya ziman û wêjeya erebî mamostetiyê dike û gellek konferansan li ser ola îslamê dide. Dîsa di van sê salan da Îqbal li ser dadmendiyê dixwinî û di piştî girtina diplomaya dozgertiyê, tere Amanyayê û li zanîngeha Munihê li ser felsefeyê doktora xwe dike. Gava ku Îqbal di sala 1908an de vedigerî li Hindistanê di hêla xandewanên xwe da bi coşekî mezin tê pêşwazîkirin.[2]

Dûre Îqbal bi salan beşdarî siyaseta welatê xwe dibe û di hêla pirr mirovan da tê pejirandin. Îqbal li ser siyasetê aha gotiye:“ Siyaset; kar kirin û ji bo rûmet û mezintiyê davet kirine.“[1]

Helbest û nivisên wî li ser misilmanên li Hindistanê di serxwebûna li dijî Brîtanyayê de û di damezrandina Pakistanê de bandûrekî gellekî mezin kirine.

Iqbal di piştî nexweşiyeke giran û dirêj, di 21ê nîsana 1938an da tere heqiya xwe.

Helbestên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 19 çiriya paşîn 2010 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 31 kanûna pêşîn 2014.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  2. ^ http://books.google.fr/books?id=Okxr1alsVqIC&hl=tr