Henri Bergson

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Henri-Louis Bergson
Bergson di sala 1927an de
Jidayikbûn18ê çiriya pêşîn a 1859
Mirin4ê kanûna paşîn a 1941
EsilFransî
HevwelatîFransa
PîşeFîlozof
XelatXelata Nobelê
biguhêreBelge

Henri-Louis Bergson (jdb. 18ê çiriya pêşîn a 1859an li Parîsê - m. 4ê kanûna paşîn a 1941ê li heman derê) fîlozofekî fransî bû û di sala 1927an de Xelata Nobelê ya wêjeyê wergirtibû.

Di malbateke bingeh cihû de ji dayik bûbû. Bavê wî polonî, dayika wî jî îrlendî bû. Ji ber bandora diya xwe bi qasî fransî, îngîlîzî jî fêrdibe. Jiyanake wî yê ji rêzê hebû. Sala 1920an de doktoraya şerefê ya Zanîngeha Cambridgeyê digire. Perwerdeya fîlozofiya grek, sincê zanistî û polîtîk dibîne. Di destpêka Şerê Cîhanî yê Yekem de xwedî hest û nêrînên welatparêziya fransî ye. Li DYA û gelek cihan tevlî civîn û kongreyên fîlozofan dibe. Hebûnparêziyê (eksîstansiyalîzmê) gorî xwe şîrove dike û bipêşdixe. Di jiyana xwe de gelek xelatan digire. Bandora wî li gelek nivîskar û fîlozofên serdemê dibe.[1]

Hin ji berhemên Bergson[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Essais sur les données immédiates de la conscience (Ceribandinek li ser xêvên rasterast ên hişarê) (1889)
  • Matière et mémoire (Made û bîrkan) (1896)
  • Le Rire (1899)
  • Les Deux sources de la morale et de la religion (Du kanên sinc û olê) (1932)
  • L'Évolution créatrice (Evolûsyona afirandêr) (1907)
  • L'Énergie spirituelle (1919)
  • La pensée et le mouvant (1934)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]