Hejar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hejar
Wêneyê Mamoste Hejar
Navê rastî
Ebdurehman Şerefkendî
Jidayikbûn1920
Mirin22ê sibatê 1990 (70 Salî)
Kerec, Îran
EsilKurd
BernavMamoste Hejar, Hejar
Hevwelatî Komara Mehabadê
PîşeHelbestvan û werger
BandorbarMelayê CizîrîEhmedê XanîWefayî û Hecî Qadirê Koyî
biguhêreBelge

Ebdurehman Şerefkendî an jî Mamoste Hejar (jdb. 1920 li Mehabad, Rojhilata Kurdistanê - m. 22ê sibatê 1990 li Kerec, Îran), nivîskar û helbestvan û wergerekî kurd bû. Hejar Mem û Zîn û Şerefname û Quranê jî wergerandine zimanê kurdî.

Di zaroktiyê de wî dişînin perwerdeya olî. Di 17 saliya xwe de dawî dide vê perwerdeyê lewra bavê wî dimire. Sala 1940ê dest bi nivîsandina helbestên kurdî dike.[1]

Tevlî şoreşa Mahabadê û xebatên komarê dibe. Piştî hilweşîna Komara Mehabadê dibe penaber. 30 salan li welatên cuda dijî. Tevlî refên Mele Mistefa Barzanî jî dibe. Sala 1975ê vedigere Rojhilatê Kurdistanê.[2]

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Alekok
  • Wergêra Mem û Zîn bi soranî
  • Wergera Şerefnameyê bo kurdî
  • Dîwana helbestan bo Kurdistan
  • Çarînekanî Xeyam
  • Henbane Borîne (Ferhenga Kurdî-Farisî)
  • Wergêra Qur'anê bi Kurdî
  • Wergêra pirtûka bijîşkî ya Ibn Sîna ji erebî bo farisî
  • Şerha Dîwana Melayê Cizîrî
  • Sifra bê biraneve (Wergera One and Zeroes without end ji Elî Şerîatî)
  • Çêştî Micêvir (Xwejînenîgarî)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "28'emîn salvegera mirinê Hejar hat bîr înan". www.gulan-media.com. Ji orîjînalê di 23 sibat 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 23 sibat 2019.
  2. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 30 çiriya pêşîn 2005 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 23 tebax 2015{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)