Nizamettin Taş
Nizamettin Taş | |
---|---|
Jidayikbûn | 1961 ![]() |
Hevwelatî | Tirkiye ![]() |
Pîşe | |
Partiya Siyasî | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Nizamettin Taş, an bi kod-nameya xwe Botan Rojhilat[1] (jdb. 1961 li Gimgim, parêzgeha Mûşê, Bakurê Kurdistanê), yek ji kevintirîn fermandarên leşkerî yên Partiya Karkerên Kurdistanê bû. Taş di bajarê Gimgimê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye, di sala 1986an de tevlî PKKê bûye û di sala 1995an de bûye fermandarê leşkerî yê rêxistinê.[1]
Sala 1986ê tevlî nava refên PKKê dibe. Sala 1995ê di nava ARGKê de dibe fermandar. Di desteya birêveber a ARGKê de peywirdar dibe, bo demekê endametiya konseya serokatiyê dike. Piştî dîl girtina serokê PKKê Evdila Ocalan, di nava wî û endamên din ên konseyê de hin nakokî derdikevin. Taş, ji partiyê vediqete.[2] Taş bi tevî Kanî Yilmaz, Osman Öcalan û hinekan bi navê Partiya Welatparêzên Demokrat (PWD), partiyekê dadimezirînin. Tenduristiya wî hêj di nava PKKê de bû berî bi xirab çûye, çavên xwe winda dike.[3]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b "PKK dissidents". Chris-kutschera.com. Ji orîjînalê di 7 sibat 2009 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 hezîran 2017.
- ^ "Message from ARGK Commander Nizamettin Tas". Ji orîjînalê di 28 sibat 2005 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 25 nîsan 2010.
- ^ Jongerden, Joost (1 çiriya pêşîn 2017). "Gender equality and radical democracy: Contractions and conflicts in relation to the "new paradigm" within the Kurdistan Workers' Party (PKK)". Anatoli. De l'Adriatique à la Caspienne. Territoires, Politique, Sociétés (bi îngilîzî) (8): 233–256. doi:10.4000/anatoli.618. ISSN 2111-4064.