Oogenesîs

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bi oogenesîsê her 28 rojê carek hêkexaneyek gehiştî peyda dibe.

Oogenesîs an jî ovogenesîs, di laşê mêyan de pêvajoya çêbûna xaneya hêkê.

Oogenesîs bi xaneyên bineratî yên hêkdankê dest pê dike. Xaneyên bineratî yên hêkdankê wekî xaneyên çêkera hêkê (bi latînî: oogonia) tên navkirin.[1]

Pêvajoya çêkirina hêkan berê jidayikbûnê dest pê dike. Çawa ko di laşê korpeleyê de endamên wekî dil, gede, mejî hwd çêdibin herwisa cotek hêkdank jî çêdibe. Di nav hêkdankê de xaneyên çêkera hêkê bi dabeşbûna mîtozî, hejmara xwe zêde dikin. Di ducaniya 4-5 mehî de di hêkdankên korpeleyê de hejmara xaneyên çêkera hêkê digihîje 1-2 milyonan.[2] Paşê xaneyên çêkera hêkê dest bi dabeşbûna miyozê dikin. Miyoza xaneyên çêkera hêkê, li dawiya qonaxa profaza yekem de radiweste. Di wê qonaxê de xaneyên çêkerê hêkê êdî wekî oosîta yekem (bi înglîzî: primary oocyte) tên navkirin.[3]. Oosîta yekem bi xaneyên granuloza dorpêçî ye û ev pêkhate wekî çikildan tê navkirin. Çikildan heta destpêka temenê pêgihîştinê neçalak e. Dema ji dayikbûnê de di hêkdankên zaroka mê de, her çikildanek oosîda yekem lixwe digire.[4]Di dirêjiya temenê zaroktiyê de di hêkdankan de hinek çikildan hildiweşin û oosîtên yekem dimirin, lê bi qasî 400 hezar ji oosîtên yekem heta 12-14 sal bi awayek neçalak di hêkdankan de dimînin.[1]

Bi destpêka temenê herzekariyê (bi înglîzî: puberty), ji hîpofîzê hormona handerê çikildanê (FSH) tê berhemkirin û derdan. Di xwînê de bilindbûna rêjeya asta FSHê hêkdankê han dike û her meh ji hêkdankek, hinek çikildanên neçalak dest bi peresînê dike û miyoza yekemê didomînin. Di despêkê de bi qasî 20 çikildan dest bi peresînê dikin lê ji vana tenê yek çikildan dimîne û hêkek gihîştî peyda dike.[5] Bi geşbûna çikildanê, miyoza yekem a oosîta yekem jî bi dawî dibe. Li dawiya miyoza yekem de du xane peyda dibe. Qebareyê herdu xaneyan ne yek e. Sîtoplazmaya xaneyekî zêde ye loma qebareya wê jî gir e. Ev xaneya gir wekî oosîta duyem (bi înglîzî: secondary oocyte) tê navkirin. Sîtoplazmaya xaneya din hindik e loma, ew xaneyek biçûk e û wekî xaneya cemsereten a yekem (bi înglîzî: primary polar body) tê navkirin. Oosîda duyem û cemseretena yekem dest bi miyoza duyem dikin. Oosîda duyem ji qonaxên profaz û metafaza miyoza duyem derbas dibe û radiweste. Bi bandora hormona handerê tenê zer (LH), çikildana oosîta duyem diqelişe û oosîta duyem ji hêkdankê ber bi coga hêkê tê berdan.[6] Heke pîtîn rû bide, oosîda duyem dest bi dabeşbûnê dike û piştî qonaxên anafaz û telofaza miyoza duyem, xaneya hêkê (ovum) û cemseretena duyem peyda dibe.[3] Cemseretena duyem jî wekî mîna a yekem sîtoplazmaya wê hindik e loma cemseretena duyem jî biçûk e û nayê pîtandin. Dibe ko cemseretena yekem jî bi miyoza duyem dabeşê du xaneyan dibe, ev herdu xane jî wekî cemseretenên duyem tên navkirin.

Li dawiya oogenesîsê de ji xaneyek çêkera hêkê, piştî miyozê xaneyek hêkê û sê xaneyên cemsereten peyda dibe. Hemû xaneyên cemsereten tên hilweşandin.[1] Bi gelemperî, piştî temenê herzekariyê her meh çikildanek tenê bi tewahî diperîse û hêkexaneyek gehiştî çêdibe.[7]

Cudahiyên çêbûna xaneya hêkê û xaneya spermê

Oogenesîs û spermatogenesîs corên çêbûna xaneyên gametê ne. Ango li dawiya herdu pêvajoyan jî ji xaneyên dîploîdî, xaneyên haploîdî çêdibin. Lê di navbera oogenesîs û spermatogenesîs de gellek cudahî heye.

-Oogenesîs di hêkdankên mêyan de spermatgenesîs di gunên nêran de rû dide.

-Mîrovê nêr ê bi temenê pêgihîştî dikare heta dawiya jiyana xwe her roj spermên nû çêbike. Mîrova mê tenê di temenê korpeleyê de dikare oosîtên yekem çêbike.

-Bi kiryara spermatogenesîsê ji xaneyek çêkerê sperm ve bi dabeşbûna miyozê çar xaneyên sperm çêdibe. Li dawiya oogensîsê ji xaneya çêkerê hêkê tenê yek hêka çalak peyda dibe.

-Pêkhate û qebareyên xaneyên sperm û hêkê jî ji hev cuda ye. Sperm li gor xaneya hêkê gellek piçûk in û bi navbeynkariya kilik dikarin cih biguherin. Hêk gellek sîtoplazma û xurek lixwe digire, loma gellek gir e û bi gelemperî bi awayekî çalak nalive.

-Sperm piştê dawîbûna spermatogenesîsê ji gunan tê derxistin, lê oogenesîs di hêkdankê de dest pê dike di coga hêkê de heke sperm hebe bi dawî dibe.[6]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  2. ^ Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  3. ^ a b Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  4. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  5. ^ McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  6. ^ a b Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  7. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.