Pêjgeha portûgalî

Pêjgeha portûgalî, pêjgeha portekîzî ji cure û dewlemendiya xwarin-vexwarinê Portûgalê re tê gotin. Masî, fasûlî (lobiye, lovî), goşt, zebzeyên heşîn, riz, kartol gelek tên bikaranîn. Xwarinên quşxaneyê, şorbe pirr tên kelandin. Ji rûnan ê zeytê hezdikin. Pareke dewlemendiya xwarinên portûgalî jî ji mêtingehan e. Tê zanîn bi sedan salan portûgaliyan kolonyalîstî dikirin. Ji çand û hunera koloniyan gelek tevlî ya portûgaliyan bûye.
Şorbe û xwarinên quşxaneyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Di aşxaneyan de beriya xwarinê ew jî wekî kurdan xwarinên sivik, bo mînak şorbeyê dixwin. Herwiha nan jî. Caldo verde („ava kesk/heşînî ya goşt“), goştekelem, sosîsa berazê (Chouriço), Gazpacho, cureyên şorbeyê yên masiyan çend mînak in. Divê mirov xwarina fasûliyan Feijoada jî jibîr neke.
Masî û çêjên deryayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Xwarinên cuda ji masiya Bacalhau, serşûrmasî (an masîşûr) (Xiphias gladius), orkînosê di qorên pêşîn de cihê xwe digirin. Ji van masiyan, biraşte, tiyan, şorbe ûêd gelek awayên xwarinan tên xwarin.
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Arroz de marisco
- Bolinhos de Bacalhau
- Dulce de membrillo
- Ginjinha
- Francesinha
- Queijo de Azeitão (penîr e)
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- DUAL Culinária: Portugiesische Küche, Kochbuch. Centro DUAL, DPIHK, Lissabon, 2009, 121 S. (bi almanî)