Parxana Mêrdînê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Parxana Mêrdînê, xwarina parsûyê ya Mêrdînê, ji koma xwarinên quşxaneyê yên bigoşt e. Di pêjgeha kurd de parsû cihekê taybet digire. Li parêzgehên Amed, Mêrdîn, Mûş, Semsûr, Riha, Sêrtê wekî xwarineke dîlanê tê çêkirin. Li deşta Rewanê, rojhilatê Kurdistanê jî navdar e.

Ferhengok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Parasû, parsû qora jor a nêzîkê para stûyê
  • Parsîw, di hin devokan de
  • Parsû, pirranî bo parsûyê mirovan
  • Parxan, parxane, parxone, pirranî bo parsûyê ajalan
  • Peransû, hemî hestiyên ku qefesê tînin pê
  • Tengal, aliyê binî yê parsûyan (parxanan)

Berkeliya (melzemeya) parxana Mêrdînê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 2 KŞ (kevçiyê şîraniyê) xwê (solin)
  • 3 SA (stekana-qedeha avê) av
  • Parxanên mihekê
  • 1 KX (kevçiyê xwarinê) mergeya fringiyê
  • 1/2 SA rûn

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Parxanan pakij bişon, bidarivînin, mergeyê lê bidin xwarin. Di quşxaneyê de rûn bihelînin. Heya parxan baş sor bûn biqelînin. Ava wê bikelînin, berdin quşxaneyê (bila ava sar nebe ya kelî be). Xwê bavêjinê. Berê aliyê hestî bînin binî, paşê jî yê bigoşt, wisa bikelînin.

Heya baş keliya, goşt çirr bû, bikelînin (3-6 saet, gorî agirê).