Pevçûna Îsraêl û Filistînê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pevçûna Îsraêl û Filistînê
  • Pevçûna çekdarî
  • ethnic conflict Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema destpêkirinê
  • 14 gulan 1948 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Beşdar
  • Îsraêl
  • All-Palestine Protectorate
  • Palestine Liberation Organization
  • Hemas
  • Palestinian Islamic Jihad
  • Palestinian National Authority
  • Şirîta Xezeyê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hejmara miriyan
  • 37.000 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pêk tê ji
  • Gaza–Israel conflict
  • 1948 Palestine War
  • Şerê Şeş Rojan
  • Yom Kippur War
  • Palestinian insurgency in South Lebanon
  • First Intifada
  • Second Intifada Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Q2992527 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Pevçûna Îsraêl û Filistînê, pirsgirêk, pevçûna leşkerî û siyasî ye ku li herêma Levantê (Şamê) berdewam e.[1] Pirsgirêk di nîvê sedsala 20an de dest pê kiriye ku yek ji dirêjtirîn pevçûnên domdar ên cîhanê ye.[2][3][4] Hewldanên cûrbecûr ji bo çareserkirina kêşeyê wekî beşek ji pêvajoya aştiyê ya Îsraêl-Filistîn, ligel hewildanên din ên ji bo çareserkirina nakokiya berfireh a ereb û îsraêlî hatine kirin. Daxuyaniyên giştî yên îdiayên li ser welatê cihûyan li Filistînê ku di nav wan de yekemîn Kongreya Siyonîst a 1897 û Danezana Balfour a sala 1917an piştî pêlên koçberiya cihûyan a herêmê tengezariyên destpêkê daye destpêkirin. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, di Mandaya Filistînê (cûreyek destûra bingehîn) ji bo ku "li Filistînê damezrandina maleke neteweyî ji bo gelê cihû" binbaritiyek mecbûrî cih digirt. Aloziyên di navbera cihû û ereban de ber bi nakokiyên mezhebî yên vekirî ve diçe. Plana Parçebûnê ya 1947an a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Filistînê qet nekete meriyetê ev dibe sedema şerê Filistînê ya salên 1947-1949an.

Bi Peymana Osloyê ya salên 1993-1995an, ji bo çareseriya du dewletî pêşketin çêdibe. Di peymanê de; statuya Qudsê, wargehên Îsraêlê, sinor, ewlehî û mafên avê ya Îsraêlê, azadiya tevgerê ya Filistînê û mafê vegerê a Filistînê cih digirt.[5] Tundûtûjiya pevçûnên li herêmê ji hêla cihên dîrokî, çandî û dînî ve dewlemend in ku li seranserê cîhanê bûye mijara gelek konferansên navneteweyî yên ku bi mafên dîrokî, pirsgirêkên ewlehiyê û mafên mirovan re eleqedar dibin û bûye sedemên astengkirina geştiyariyê û gihîştina giştî ji bo deverên ku têne nîqaş kirin.[6] Piranîya hewildanên aşitîyê li dora çareseriya du dewletî ye ku tê de avakirina dewleteke serbixwe ya Filistînê ligel Îsraêlê heye. Lêbelê piştgiriya gel ji bo çareseriya du-dewletî ku berê hem ji cihûyên Îsraêlî û hem jî ji filistîniyan piştgirî digirt di van salên dawî de kêm bûye.[7]

Nakokiyên di nav civaka Îsraêlî û Filistînê de bûye sedema nêrîn û ramanên cihêreng. Ji destpêka şer û pêvçûn ve kuştî û birîndarên şer tenê ji şervanan re nemaye û hejmareke mezin ji kuştiyên sivîlên ji her du aliyan çêbûye.[8] Ji sedî 32 îsraêliyan ji bo çareseriya du dewletî ya bi Filistîniyan re piştgirî dike.[9] Cihûyên Îsraîlî li ser xetên îdeolojîk hatine dabeşkirin û gelek alîgirê parastina statukoya dewleta Îsraêlê heye. Nêzîkî ji sedî 60ê Filistîniyan (77% li Şerîda Gazze û %46 li Şerîeya Rojava), piştgirî didin êrîşên çekdarî yên li dijî Îsraêlî yên di hindurê Israêl de wekî navgînek ji bo bidawîkirina dagirkeriyê û di heman demê de %70 bawer dikin ku çareseriya du dewletan êdî ne pratîkî ye yan jî di encama berfirehkirina wargehên Îsraêlê de bêmefer e.[10] Zêdetirî ji sisê diduyên cihûyên îsraêlî dibêjin ku eger Şerîeya Rojava bi Îsraêlê ve were girêdan, divê destûr neyê dayîn ku filistîniyên ku li wir dijîn dengê xwe bidin.[11] Bêbaweriya dualî û nakokiyên girîng li ser mijarên bingehîn kûr in, her weha gumanbariya dualî li ser pabendbûna aliyên din ji bo bicihanîna erkên di peymanek dualî ya dawî de, her wekî gumanbariya dualî li ser pabendbûna aliyê din ji bo cîbicîkirina erkan di rêkeftineke dualî ya dawî de.[12] Ji sala 2006an vir ve, aliyê filistînî ji ber nakokiyên di navbera El Fetih ku partiyek kevneşopî ya serdest û hevrikê wê yê hilbijartinê yê paşîn, Hamas ku grûpeke îslamî ya milîtanan e ku li Zîvala Gazayê bi dest xistiye, perçe bûye. Hewldanên ji bo çareserkirina vê yekê dubare bûne û berdewam dikin.[13] Ji sala 2019an vir ve, aliyê îsraîlî jî tûşî serhildaneke siyasî bûye ku di dirêjahiya du salan de çar hilbijartinên qanûnî yên bê encam hatine kirin.[14][15] Gera dawî ya danûstandinên aştiyê di tîrmeha sala 2013an de dest pê kiribû lê carek din dîsa di sala 2014an de hatibûn rawestandin. Ji sala 2006an vir ve, Hamas û Îsraêlê pênc caran şer kirine û ya herî dawî di sala 2023an despêkiriye.[16]

Du aliyên ku rasterast danûstandinê dikin hikûmeta Îsraêlê û Rêxistina Rizgariya Filistînê (RRF) ne. Danûstandinên fermî bi navbeynkariya Koma Çaralî ya Rojhilata Navîn ku ji Neteweyên Yekbûyî, Amerîka, Rûsya û Yekîtiya Ewropayê pêk tê, têne kirin. Yekîtiya Erebî ku Însiyatîfa Aştiyê ya Ereban pêşniyar kiriye ku ji bo çareseriya pirsgirêkê aktorek din ê girîng e. Misir, endamê damezrîner ê Yekîtiya Erebî ku di dîrokê de beşdarekî sereke ye di şerê Erebî-Îsraîlî û danûstandinên peywendîdar de ye bi taybetî ji bo peymana aştiyê ya Misir û Îsraêlê yek ji welatê herî girîng e. Beşdarekî din ê bi heman rengî girîng Urdun e ku di sala 1950an de Şerîeya Rojava desteser dike û heya sala 1967an dest datîne li ser Şerîeya Rojava ku di sala 1988an de dev ji doza xwe ya axê ya li ser filistîniyan berdide.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "BBC NEWS". news.bbc.co.uk. Roja gihiştinê 9 çiriya pêşîn 2023.
  2. ^ "Chris Rice | Duke Divinity School". web.archive.org. 6 sibat 2016. Ji orîjînalê di 6 sibat 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 9 çiriya pêşîn 2023.
  3. ^ "Virginia Page Fortna | Department of Political Science". web.archive.org. 31 kanûna paşîn 2016. Ji orîjînalê di 31 kanûna paşîn 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 9 çiriya pêşîn 2023.
  4. ^ Falk, Avner (17 sibat 2005). Fratricide in the Holy Land: A Psychoanalytic View of the Arab-Israeli Conflict (bi îngilîzî). Terrace Books. ISBN 978-0-299-20253-8.
  5. ^ "Canadian Policy on Key Issues in the Israeli-Palestinian Conflict". web.archive.org. 18 sibat 2018. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 18 sibat 2018. Roja gihiştinê 9 çiriya pêşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  6. ^ "Archives". Los Angeles Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 9 çiriya pêşîn 2023.
  7. ^ "Two States for Two People? A Long Decline in Support". en.idi.org.il (bi îbranî). 2018. Roja gihiştinê 9 çiriya pêşîn 2023.
  8. ^ "On the Eve of the Jewish New Year: How Optimistic Are Israelis and What Are Their Opinions on Iran and the Two-State Solution?". en.idi.org.il (bi îbranî). 2022. Roja gihiştinê 9 çiriya pêşîn 2023.
  9. ^ "With only 40% support, Israelis still think 2 states best option - poll". The Jerusalem Post | JPost.com (bi îngilîziya amerîkî). 4 tebax 2021. Roja gihiştinê 9 çiriya pêşîn 2023.
  10. ^ "Public Opinion Poll No (84) | PCPSR". pcpsr.org. Roja gihiştinê 9 çiriya pêşîn 2023.
  11. ^ Sherwood, Harriet (23 çiriya pêşîn 2012). "Israeli poll finds majority would be in favour of 'apartheid' policies". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 9 çiriya pêşîn 2023.
  12. ^ "Just Another Forgotten Peace Summit". Haaretz (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 9 çiriya pêşîn 2023.
  13. ^ "Young Palestinians in Gaza cannot find work and cannot leave". The Economist. Roja gihiştinê 9 çiriya pêşîn 2023.
  14. ^ "What does the Middle East offer America?". The Economist. Roja gihiştinê 9 çiriya pêşîn 2023.
  15. ^ Keller-Lynn, Carrie. "Bennett announces coalition's demise, new elections: 'We did our utmost to continue'". www.timesofisrael.com (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 9 çiriya pêşîn 2023.
  16. ^ "Young Palestinians in Gaza cannot find work and cannot leave". The Economist. Roja gihiştinê 9 çiriya pêşîn 2023.