Ponponkiya parxanê ya Amedê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ponponkiya parxanê ya Amedê, kutilka parsûyê ya Amedê navê xwarineke quşxaneyê ya bigoşt e. Di pêjgeha kurd de xwarinên ji ponponîkirina, tijekirina goştê bi hestî hene.

Bi bandora romî (tirkî) kurdên bakurê Kurdistanê ji kutilkan re dibêjin dolmeh jî. Di bikaranîna kutilk, kufteyan de tevlîhevî jî ji vir derdikevin. Ji ber ku li ser xwarinên kurdî xebateke zanistî nehatiye kirin û zimanzanên kurd têgînîn pêjgeha kurd standard nekirine, carnan şaşîtî dibin.

Ferhengok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Heşandî, tişta hatiye heşandin, dolmeh jî heşandî ye dolma
  • Îsota giloverik (îsota ku topikî ye û hêşîna wan tê çêkirin)
  • Ê heşînê (tiştê ku bi kêrî heşandinê tê)
  • Ponponî, tişta hatiye xurtkirin, werimandin, hinekê dgairtin an tijekirin
  • Tije (ji bo serikên dexl, fêkî û hwd)
  • Tixis (ji bo laşên kutilkî)
  • Têr, têrxwarî, hinekê werimî, xurt (stûr, qelew)
  • Tixiskî (kesê piçek kutilkî)

Berkelî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 2 SA (stekana-qedeha avê) av
  • Li ser daxwazê hinekê merge
  • 4 KX (kevçiyê xwarinê) rûn
  • Parxanên (parsûyên) kar an karikê
  • 250 gr pîlê mihê
  • 2 SA riz (birinc)
  • 1 SA behîv
  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) îsota reş
  • 1 KŞ xwê (solin)
  • 1 KX bexdenûsa hûrkirî û rihan (merzekew)
  • 1 KŞ biharbêhna (biharat) Pimenta racemosa (?)

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Birincê (riz) bixin nava ava şor, heya av sar bû bihêlin. Goştê pîlê tîke bikin (tîkegoşt), bi tevî 1 stekan avê têxin quşxaneyê, heya ava wê miçiqî bikelînin. Îsota reş û xwêyê bavêjinê. Avê lê zêde bikin, bikelînin.

Di quşxaneyeke din de rûn biqijilînin (2 KX). Birincê bişon, di nava rûn de biqelînin, berdin nava quşxaneya goştê, savareke (pîlaw) nîvcû çêbikin.

Behîvê di avê de bixaşînin, qalikên wan bigirin, bişon, bidarivînin, di nava rûn de biqelînin. Savar, rihana hûrkirî, bexdenûsê û biharata Pimenta racemosayê tevlî bikin, tevdin.

Nava hestiyê parsûyan û goştê wê vebikin, bi vê savara yan têkela we amadekiriye, tije bikin. Ango ponponkî bikin. Ne zêde ne jî kêm tije bikin. Mergeyê bi ser parsûyan de bikin, di nava 1 KX rûnê de biqelînin. 3 SA avê lê zêdebikin, xwêya wê kontrol bikin, derxûnê bigirin. Berê aliyê hestî yê parsûyan bidin jêr, paşê jî yê goşt. Bi qasî 3-6 saetan (gorî agirê we) bikelînin.