Portal:Erdnîgarî/Gotar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Belemeke di çemê Ervendrûd de.

Şetelereb an jî Şet el-Ereb (bi erebî: شطّ العربShatt al-Arab, bi farisî: اروندرودErvendrûd) navê çemî ji pê Firat û Dîcle teva hev dibin e. Ji pê Ferat û Dîcle li bajarê Qurnahe teva hev dibin re ewna herdu 193 km tev diherîkin û sînorê navbera Îraq û Îranê pêk tînin. Li Besra jî tala Kendava Fars dibin.

Ew sînorên navbera Îran û Îraqê de di dîrok de sedema hin li hev nehatina herdu dewletan bû. Yek ji wan Şerê Kendavê yê yekemê (cenga Îran-Îraqê) di navbera wan de di navbera salên 1980 û 1988an de bû bû.

Li ber wê cengê heta 1975an Şetelereb bi tunî sînora Îran û Îraq pêk tanî. Ew sînora ya demê ku Brîtanya Îraq îşgal kirî de ma bû. Armanca Îraqê di wê cengê de, mişe standina ew ji keştîyên petroleyê di çêm re derbaz dibin û dana rêberekî Îraqî di nîvgirava Fawê de bû.

Gorî Peymana Cezayêr di 1975an de navîna çêm sînor bû. Ew peymana bi çavnêrîya OPEC navbera Sedam Huseyîn û Mihemed Riza Pehlevî de hat îmze kirin.