Pêjgeha portûgalî
Pêjgeha portûgalî, ji cure û dewlemendiya xwarin-vexwarinê Portûgalê re tê gotin. Masî, fasûlî (lobiye, lovî), goşt, zebzeyên heşîn, riz, kartol gelek tên bikaranîn. Xwarinên quşxaneyê, şorbe pirr tên kelandin. Ji rûnan ê zeytê hezdikin. Pareke dewlemendiya xwarinên portûgalî jî ji mêtingehan e. Tê zanîn bi sedan salan portûgaliyan kolonyalîstî dikirin. Ji çand û hunera koloniyan gelek tevlî ya portûgaliyan bûye.
Şorbe û xwarinên quşxaneyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di aşxaneyan de beriya xwarinê ew jî wekî kurdan xwarinên sivik, bo mînak şorbeyê dixwin. Herwiha nan jî. Caldo verde („ava kesk/heşînî ya goşt“), goştekelem, sosîsa berazê (Chouriço), Gazpacho, cureyên şorbeyê yên masiyan çend mînak in. Divê mirov xwarina fasûliyan Feijoada jî jibîr neke.
Masî û çêjên deryayê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Xwarinên cuda ji masiya Bacalhau, serşûrmasî (an masîşûr) (Xiphias gladius), orkînosê di qorên pêşîn de cihê xwe digirin. Ji van masiyan, biraşte, tiyan, şorbe ûêd gelek awayên xwarinan tên xwarin.
Hin ji xwarin-vexwariên navdar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Arroz de marisco
- Bolinhos de Bacalhau
- Dulce de membrillo
- Ginjinha
- Francesinha
- Queijo de Azeitão (penîr e)
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- DUAL Culinária: Portugiesische Küche, Kochbuch. Centro DUAL, DPIHK, Lissabon, 2009, 121 S. (bi almanî)
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |