Rûpoşa zivistanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Cureyên vê rûpoşê

Rûpoşa zivistanê, rûpoşa lekeran, balaklava ji rûpoş û serpoşan e. Heger tenê bo sermayê be navê wê rûpoşa zivistanê ye. Ji ber ku tîmên taybet ên artêşa Romê (Tirkiye) li bakurê Kurdistanê di operasyonên dijî kurdan de bikaranîne, jê re kumê tîman jî dibêjin.

Pirranî vê serpoşê kaşbaz (kaşûnbaz, skîbaz), polîs, tîmên operasyonên taybet ên leşkerî bikartînin. Leşker û polîs wekî rûpoşa kamûflajê (veşartinê) bikartînin. Ên wekî maske, ji xeynî dev û çavan tevahiya seriyê pordikin ku ev ya polîs-eskeran e. Li Ewropayê balaklava dibêjin ku ev peyv ji navê bajare Ûkraynayê Балаклава Balaklavayê tê. Hin cureyên wê yên bayê derbas nakin jî hene.

Bazên motorçerxeyan jî didin serê xwe lê yên wan hinekê cuda ne, dora stûyê stûrtir e. Pîlotên berebez (pêşbaz) rûpoşên nayên şewitandin bikartînin.