Müslüm Aslan
Müslüm Aslan | |
---|---|
![]() Müslüm Aslan | |
Jidayikbûn | 25ê nîsana 1974an Hatxê, Nisêbîn (Mêrdîn) |
Pîşe | Nivîskar, helbestvan |
Zimanê nivîsinê | Kurdî, tirkî |
Netewe | Kurd |
Şêweyê wejêyî | Helbest |
Şanenav | ![]() |
biguhêre![]() |
Müslüm Aslan (jdb. 1974 li gundê Hatxê, Nisêbînê, Mêrdîn), helbestvanekî kurd e. Helbest, ceribandin û çîroka dinîvisîne. Dibistana xwe ya seretayî û ya navîn li Nisêbîne dixwîne û di salên 1990î de jî li Nisêbînê diçe lîseyê. Di wan salan de li heremê tevgera siyasî xurtir dibe. Gelek kes tên girtin, kuştin û gelek kes jî tevlî refên şoreşgeriyê dibin. Tu bikî nekî ev rewş bandorekê li Müslüm Aslan dike.
Di sala 1991ê de hate girtin ji ber siyasetê, 10 sala di girtîgeha Amedê de ma. Endamê PENa Kurd û [1] Nivîskarên Kurd a Amedê ye.
Di despêkirina nivîsandinê ya Müslüm Aslan de tesîra bapîrê wî gelekî heye. Hezkirina bapîrê wî ya li hember Cegerxwîn û ji dil û can xwendina helbestên Cegerxwîn dike ku Müslüm Aslan berê xwe bide nivîsandinê. Di girtîgehê de jî bêtir helbestan dinivîsîne. Û helbestên wî yên yekem di kovara Hawarê de ya ku di dema Mazlum Doğan û Ferhat Kurtay de di girtîgehê de dest bi weşanê kiribû, ji aliyê girtiya weşana wé berdewam dikirin de diweşe. [2] Di sala 2001ê ji girtîgehê derdikeve. Di 2002an de di Kovara Utopyayê de berpirsiyariya wêşanê kiriye.
Di sala 2004an li Nisêbîn bi navê Roza Kültür ve Sanatevi[3] mala çandé vekirin. Wî du kovar derxistin: Dem Dergisi û Nûbîn.[4] Ev xebat ji ber şert û mercan temenkin bû.
Helbest, nivîs û ceribînên wî di kovarên weke Güney (kovar)(Güney Dergisi), Ütopya, Yaratı, Hayal Dergisi, Tîgrîs, Kovara W, Tîroj û gelek kovar û rojnameyên dîtir de hatiye weşandin.
Arjen Arî di pirtûka xwe ya ku bi navê Bakûrê Helbestê / Antolojiya Helbesta Bakûr de di weke gellek helbestvanan cih daye Müslüm Aslan jî. Nivîskar, helbestvan Müslüm Aslan, li ser muzîka kurdî jî xebat kiriye, serêşandiye.[5]
Helbesté wî yén ji bo strana hatine nivisandin ji aliyé Diljen Ronî, Bermal Çem û Raperîn muzîk ji wan re hatine çékirin, gotin.
Müslüm Aslan ji du salan zêdetir li welatê Swêd ma. Lê dewleta Swêd xwest wî teslîmî Dewleta tirk bike. Di çepemeniya Swêdiyan de ev bûyer di rojevêde ma. Paşî derbasî Elmanya bû. Ji sala 2020an pêde li Elmanya dijî.
Di 2021an de pirtûkeke wî ya helbestan a bi navê "Aram" û 2024an ji pirtûka bi navê Nefel jı Weşanên J&J derket.
Nivîsarên edebî û helbestên wî yên cuda
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 2004 MifteTîroj, 8.
- 2004 Xeydok, Tîroj, 9.
- 2021 Li wî çiyayî, Dilop, 18.
- 2021 Ax Qurban, Güney (kovar), 96.
- 2021 Bendîman, Güney (kovar), 98.
- 2022 Amed, Güney (kovar), 100.
- 2022 Gora li nav sterkan, Güney (kovar), 101.
- 2022 Derew, Güney (kovar), 103.
- 2023 Hîv, Güney (kovar), 104.
- 2023 Şikestim, Güney (kovar), 105.
- 2023 Nerînên Zarokan, Güney (kovar), 106.
- 2024 Bext, Güney (kovar), 107.
- 2024 Grî, Güney (kovar), 108.
- 2024 Derî, Güney (kovar), 109.
- 2024 Hogiro, Güney (kovar), 110.
- 2024 Li te difikirim, Güney (kovar), 111.
- 2025 Xewn, Güney (kovar), 112.
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Ayna (2005), Weşanên Berçem Stembol
- Ayna (Çap 2) (2014), Weşanên J&J Stembol
- Ru (2008) û (2011), Weşanên BK, Îzmîr;
- Nehirler Zindanlara dökülür (2013), Weşanên Esmer
- Aram (2021) Weşanên J&J Stembol
- Nefel (2024) Weşanên Luvi Enqerê
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]