Reşt
Reşt | |
---|---|
![]() | |
Reşt li ser nexşeyê![]() | |
Koordînat: 37°16′34″Bk 49°35′19″Rh / 37.27611°Bk 49.58861°Rh | |
Dewlet | Îran ![]() |
Li beşa îdarî | |
Paytexta | |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 180 km2 (70 sq mi) |
Bilindahî | 4 m (13 ft) |
Nifûs | 679.995 (2016) ![]() |
Dem | |
Koda telefonê | 0131 ![]() |
Malper | rasht![]() |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Reşt (bi farisî: رشت) bajarê herî mezin û navenda îdarî ya parêzgeha Gîlan a Îranê ye.[1] Bajar wekî "Bajarê Baran" (شهر باران, Šahr-e Bārān) jî tê zanîn û bi nifûsa xwe ya 679,995 di 2016an de,[2] bajarê herî qelebalix ê bakurê Îranê ye.
Reşt yek ji mezintirîn bajarê Îranê ye ku li ser Deryaya Qezwînê hat ava kirin. Ji ber ku di navbera qerax û çiyayan de ye, hawirdora herêmê bi baran e û xwedî avhewayeke subtropîk a şil e. Başûrê bajêr xwedî daristanek baranê ya nerm e.
Bajêr di navbera Qefqasya, Rûsya û Îranê de navendeke bazirganiyê ya sereke ye ku Bendera Enzelî yê bikar tîne. Reşt di heman demê de navendeke geştiyariyê ya sereke ye.
Di dîrokê de, Reşt navendeke girîng a veguhestin û bazirganiyê bû ku Îran bi Rûsyayê û welatên mayî yên Ewropayê ve girêdide û ji ber wê jî weke "Deriyê Ewropayê" dihat naskirin. Bajar xwedan dîrokek e ku vedigere sedsala 13an, lê dîroka wî ya nûjen vedigere serdema sefewiyan ku di wê demê de Reşt navendek mezin a bazirganiya hevrîşimê bû û gelek atolyeyên tekstîlê hebûn. Di 2015an de ev bajar di bin çavdêriya UNESCOyê de wekî bajarekî gastronomî yê afirîner tevlî tora bajarên afirîner ên cîhanê bû.
Çend taxên navdar ên Reştê Golsar, Safsar, Kordmahaleh (taxê kurdan) û Xamiran in.[3]
Nifûs
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Sal | Nifûs | ±% s. |
---|---|---|
1986 | 290,897 | — |
1996 | 417,748 | +3,69% |
2006 | 551,161 | +2,81% |
2011 | 639,951 | +3,03% |
2016 | 679,995 | +1,22% |
Jêder:[4] |
Zanîngeh
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Zanîngeha Peyam-ê-Nûr (دانشگاه پیام نور)
- Zanîngeha Gîlanê (دانشگاه گيلان)
- Zanîngeha Azada Îslamî ya Reştê
- Zanîngeha Gîlanê ya Bijîşkiyê
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Habibi, Hassan (21 çiriya pêşîn 2015) [Approved 21 June 1369]. Approval of the organization and chain of citizenship of the elements and units of the national divisions of Gilan province centered on the city of Rasht. rc.majlis.ir (Report) (bi farisî). Ministry of the Interior, Defense Political Commission of the Government Board. Proposal 3233.1.5.53; Notification 82846/T135K. Ji orîjînalê di 12 çiriya pêşîn 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 kanûna pêşîn 2023 – bi riya Islamic Parliament Research Center.
- ^ Census of the Islamic Republic of Iran, 1395 (2016): Gilan Province. amar.org.ir (Report) (bi farisî). The Statistical Center of Iran. Ji orîjînalê (Excel) di 4 kanûna pêşîn 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 19 kanûna pêşîn 2022.
- ^ "- نام ها و مؤقعیت محلات قدیم و جدید در رشت".
- ^ "Iran: Provinces, Major Cities & Towns - Population Statistics, Maps, Charts, Weather and Web Information". www.citypopulation.de.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
![]() | Ev gotara têkildarî erdnîgariya Îranê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |