Rewşan Çeliker
Rewşan Çeliker | |
---|---|
Jiyan | |
Navê jidayikbûnê | Rewşan Çeliker |
Jidayikbûn | 11ê îlona 1980an (44 salî) Tetwan, Bêdlîs, Bakurê Kurdistanê |
Cureyê muzîkê |
|
Pîşe | |
Amûr |
|
Salên çalak | 2015[3] - niha |
Etîketa qeydê | |
Malper | www |
biguhêre |
Rewşan Çeliker (jdb. 1980 li Tetwan, Bidlîs, Bakurê Kurdistanê) stranbêj, bestekar û kemanjeneke kurd e.
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Salên destpêkê û perwerdeh
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Rewşan Çeliker di sala 1980an li navçeya Tetwan a bi ser parêzgeha Bidlîsê ve ji dayik bûye û heta 13 saliya xwe li Bedlîsê jiyan kiye. Di temenê biçûk de bi sitranbêjiyê re eleqedar dibe û fêrê jenandbûna gîtarê dibe. Di temenê 13 saliya xwe de tevî malbata xwe koçî Mêrsînê dibe û perwerdehiya xwe ya lîseyê li wir qedandiye. Piştê qedandina lîseyê li Zanîngeha Enqereyê Beşa Şêwirmendî û Rêhberiyê ya Psîkolojîkê dixwîne. Rewşan Çeliker di dema xwendina xwe ya lîsansê de perwerdeya muzîk û şanoyê jî werdigire.[5]
Kariyera muzîkê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Rewşan Çeliker yek ji damezrînerên Orkestraya Muzîka Fîlman a Stenbolê (IFMO) e û bi Orkestraya Pera Jazz, Orkestraya Odeyê ya ITU, Koma Muzîka Hemdem, Orkestraya Semfonî ya Melodiyên Aştiyê û Muzîka Fîlman a Stenbolê re di gelek festîval û çalakiyan de wek kemanjen beşdarî konseran bûye.[5]
Bi koma Acustic Moods û Horizon bi enstrumanê kemanê û bi awayekî vokal cih girtiye.[5] Di heman salê de di Projeya çandî ya Ewropayê de bi Orkestraya Senfonî ya Melodiyên Aştiyê li Ermenistan û Gurcistanê bi dîmenderê orkestrayê Aram Talalyan re xebatên xwe berdewam kirine.[5]
Arşîvên muzîka kurdî yên Radyoya Êrîvanê û Bexdayê û berhevokên bestekarê ermenî Gomidas Vartabed di nav repertuwarê wê de xwedî cihekî girîng e.[5]
Dîskografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Albûmên Stûdyoyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre] 2018: Ax Lê Wesê (Digitalent[1])
|
2020: Tov (CK Music)
|
Single
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Kirasê Te
- Azîzakam
- Bingol
- Desmala Min (2019)
- Kavir (2022)
- Yarê (2022)
Fîlmografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Klîb
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Xim Ximê Torevan (2017)
- Ax Lê Wesê (2017)
- Lo Berde (2018)
- Oror (2018)
- Selêmo Lawo (2018)
- Nubar Nubar (2018)
- Sîne (2018)
- Kirasê Te (2018)
- Azîzakam (2018)
- Bîngol (2019)
- Newroze Newroze (2019)
- Destmala Min (2019)
- Wext Lazim Bû (2020)
- Gulê (2020)
Belgefîlm
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Dengê Bakûr (2004)
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b ""REWŞAN" – 'Yeninin tonuyla kültürel hafızayı yorumluyor'". www.rudaw.net. 4 nîsan 2018. Roja gihiştinê 14 kanûna pêşîn 2020.
- ^ Hevpeyvîn bi hunurmend û sitranbêja Kurd a jêhatî Rewşan Çelîker re li ser Youtubê
- ^ "Rewşan Çeliker Kimdir? Nerelidir?". Kürtler.com (bi tirkî). 6 hezîran 2019. Roja gihiştinê 14 kanûna pêşîn 2020.
- ^ Gazetesi, Yeni Yaşam (21 kanûna paşîn 2020). "'Nadasa bırakılan toprak verimini arttırır'". Yeni Yaşam Gazetesi (bi tirkî). Roja gihiştinê 10 kanûna pêşîn 2020.[girêdan daimî miriye]
- ^ a b c d e "CELIKER MUSIC" (bi tirkî). Ji orîjînalê di 21 adar 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 21 adar 2020.
Ev gotara ji bo stranbêjeke/î kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |