Rijênê Cowper

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Rêka sperm û tovavê de rêjenê herî dawî,rijênê Cowper e.

Rijenên Cowper (bi înglîzî: Cowper’s glands / bulbourethral glands)[1] cotek rijênên biçûk in, di bin prostatê li herdu aliyên mîzerê de cih digirin[2].

Rijênê Cowper navê xwe ji zanyarê Înglîzî William Cowper girtî ye[3]. Mezinahiya her yekê rijênê Cowper bi qasî nokek e. Derdana rijenê Cowper şileyek bêreng, tîr û şor e[4]. Şileya rijenê Cowper, şileyek alkalî ye[5]. Şileya Rijenê Cowper madeyek lîncî ye, di nav zêyê (vajîna) de xilîskîna çûk hêsantir dike[6]. Rijênê Cowper derdana xwe, berê avêtina tovavê ber dide nav mîzerê, loma hin caran derdana wî wekî pêşavêtin jî tê navkirin. Heke di nav mîzerê de paşmayiyên asîdî yên mîzê mabe, bi derdana rijenê Cowper tê paqijkirin[7]. Hin caran, dema têkilîya seksî de beyî ko di nav zêyê de avêtin rû bide çûk paşve tê kişandin ko rê li ber ducaniyê were girtin. Lê dibe ko di nav şileya rijenê Cowper de hinek xaneyên sperm jî hebin. Di rewşek wîsa de her çiqas mirov xwe paşve bikişîne jî, egera rûdana ducanîmayî heye[8] .

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "bulbourethral gland". Encyclopedia Britannica, 15 Nov. 2021, [1]. Accessed 22 November 2021.
  2. ^ Roberts S. Human Physiology. Global Media, 2007
  3. ^ [2]
  4. ^ Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  5. ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  6. ^ McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  7. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  8. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.