Here naverokê

Mîz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Guhertinin di pêkhateya mîzê de dibe ko nîşana hin nexweşiyan be.

Mîz (bi înglîzî:urine) şilemeniyek laş e ji aliyê gurçikan ve ji plazmaya xwînê tê berhemkirin, di mîzdankê de tê embarkirin û bi mîzerê ji laş tê avêtin.[1]

Di gurçikan de mîz ji plazmaya xwînê bi sê gavên serekî tê cihêkirin; parzûnkirin, dubaremijîn û derdan.[2] Çêbûna mîzê di nefronên gûrçikan de bi parzûnkirina plazmaya xwînê dest pê dike. Her ko şilemenî di nefronan de derbas dibe, hinek av û molekulên kêrhatî ji nefronan dubare tên mijîn û derbasî nav xwînê dibin, paşmayî û madeyên bêkêr di nefronan de dimîne. Di heman demê de hin paşmayiyên nav palzmaya xwînê yên nehatine parzûnkirin, bi derdanê, derbasî nav nefronan dibin. Bi vî awayê mîz peyda dibe.[3] Ango çavkaniya mîzê, plazmaya xwîna mirov e. Mîz ji gurçikan derbasî mîzdankê dibe û li wir tê embarkirin. Dema mîzkirinê, mîz ji mîzdankê ber bi mîzerê diherike, mîz ji mîzerêyê ji laş tê deravêtin.[2]

Pêkhateya mîzê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mîz şilemeniyek avî ye. Av, paşmayiyên nîtrojenî, xwêyên zêdeyî û madeyên bêkêr pêkhateyên serekî yên mîzê ne. % 96ê mîzê ji avê, % 2.5ê ji paşmayiyên nîtrojenî, % 1.5ê mîzê ji xwêyan pêk tê.[2]

Taybetmendî û pêkhateya mîzê guherbar e, li gor mêjara vexwarina avê, germahiya hawirdorê, cora xurekên hatine xwarin û çalakiya laş rêjeya pêkhateyên nav mîzê diguhere. Wekî minak; rojên ko mirov karên giran dike û gellek xwêdan dide, rengê mîza mirov ji rengê zer a vekirî diguhere bo zer a tarî û ji mîza mirov piçek zêdetir bêhn ra dibe[4]

Qebareya mîza di rojek de tê berhemkirin, guherbar e. Li gor mêjera vexwarina avê û madeyên tîwawe yên nav ava mîzê, qebare û xestiya mîzê jî diguhere.[5] Mirovek tendurist rojê 1 heta 2 lître mîz bi mîzkirinê ji laş davêje. Ji bo dûrxistina paşmayiyên ziyanbexş, divê gurçik rojê herî kêm nîv lître mîz berhem bike û ji laş dûr bixe.[4]

Paşmayiyên ji tekşikestina xirokên sor bandor li ser rengê mîzê dikin. Xirokên sor proteîna hemoglobînê lixwe digirin. Her hemoglobînek jî çar komeleyên hem lixwe digire. Komeleyên hem di kezebê de tên guhertin û ji bo berhemanîna zeravê tên bikaranîn. Mîza asayî rengê xwe ji zeravê digire, lê hin derman, vîtamîn an jî hin cor xurek jî bandor li ser rengê mîzê dikin.[4]

Heke mirov ji bo demek vexwarina avê kêm bike, qebareya miza mirov jî kêm dibe, mîz xest (tîr) û zer dibe, lê heke mirov di demek kurt de mêjerek zêde av vebixwe, vê gavê qebareya mîza mirov zêde, dibe, mîz roḧn û bêrenk dibe. Koendama mîzê bo rêkxistina hevsengiya osmozî çevderiya mêjera av û tîwaweyên nav şilemeniya laş dike. Heke di laş de av zêde be, ava zêdeyî bi navbeynkariya gurçikan ji xwînê tê parzûnkirin û di nav mîza rohn û bêrenk de ji laş tê avêtin. Herwisa heke di nav xwînê de mêjera tîwaweyên wekî iyonên sodyum, potasyum hvd zêde be, vê gavê evan iyon û xwêyan di nav mîza tîr û zer de tên avêtin.[6]

Çêbûna mîzê ji bo paqijkirana xwînê ye. Mîz şilemeniyek asîdî ya bi pH ya 4.5 heta 8 e. Ji ber zîndeçalakiyên laş gellek asîd peyda dibe. Lê pH ya asayî ya xwîna mirov 7.4 e û divê di xwînê de pH neguhere. Bi gelemperî iyonên hîdrojenê (H+) dibin sedema zêdebûna asîdiya hawirdorê. Gurçik bi du rêkan rê li ber guherîna pH ya xwînê digire. Gurçik ji bo kêmkirina pH ya xwînê, iyonên bîkarbonatê (HCO3-) ji şilemeniya mîzê dubare dimijîne nav xwînê. An jî Îyonên hîdrojenê yên nav xwînê der dide nav şileya mîzê û ji laş dûr dixe.[7]

Mîza asayî ya mirovek tendurist xwediyê hin taybetmendiyan e, guherîna van taybetmendiyan dibe ko nîşana hin nexweşiyan be. Loma gava pirsgirekên tendrustiyê li mirov peyda dibe, doktor bi testa mîzê hewl didin ko ji laşê nexweşê hê pirtir agahî bistînin.

% 95ê qebareya mîza asayî ji avê pêk tê. Mîza asayî bi rengê zerê vekirî an jî bêreng e, bêbêhn e. pH ya mîza asayî di navbera 4.5 û 8 de ye. Di mîza asayî de xirokên sor cih nagire, hejmara xirokên sipî pir hindik e. Mîza asayî proteîn û glukoz lixwe nagire, an jî bi mêjerek hindik lixwe digire. Di pêkhateya mîza asayî de keton û nîtrît cih nagirin. Herwisa mîza asayî madeyên wekî ure, klor, sodyum, potasyum, kreatîn û hin madeyên din lixwe digire û asta rêjeya heryekê van madeyan jî ji bo mirovê tendirust diyar e.[4]

Divê di mîza mirovê tendurist da xaneyên xwînê hema qet tune bin. Di mîzê de hebûna xirokên sor nîşana kulbûna nefronan e.

Herwisa divê di mîzê de hejmara xirokên spî jî gellek kêm be, di nav mîzê de hejmara zêde ya xirokên spî nîşana hebûna birîn û kûlbûniyên coga mîzê, stûyê malzarokê an jî zêyê ye.[7]

Di nav mîzê de hebûna belûrên (krîstal) kalsiyumê, magnezyumê û yên amonyumê tiştek asayî ye. Lê heke belûrên sîstîn(bi înglîzî: cystine) û tîrozînê (bi înglîzî: tyrosine) di mîzê de were dîtin, dibe ko ev nîşana nexweşiyên kezebê be.

Gava asta glukoza xwînê ji 180 mg/dL bilindtir dibe, di mîzê de glukoz jî tê dîtin. Di nav mîzê de hebûna glukozê dibe ko nîşana nexweşiya şekir (diyabet) be.[7]

Di nav mîzê de bi mêjerek zêde hebûna proteînan, bi taybetî hebûna albumîn nexweşiya gurçikan destnîşan dike.[7]

Keton paşmayî yê çewriyan e. Heke di nav mîzê de bi mêjerek zêde keton were dîtin, ev rewş dide nîşankirin ko xane ji bo destxistina enerjiya ATP yê, li dewsa glukozê asîdên çewriyê bikar tîne. Her wisa heke di laş de kêmasiya karbohîdrat û proteînan hebe, asta rêjeya ketona mîzê jî bilind dibe.[4]

  1. ^ Roberts S. Human Physiology. Global Media, 2007.
  2. ^ a b c Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  3. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "urine". Encyclopedia Britannica, 15 Aug. 2019, [1]. Accessed 27 March 2022.
  4. ^ a b c d e Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  5. ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  6. ^ Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  7. ^ a b c d Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.