Roja Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Roja Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî pîrozbahiyeke salane ya cîhanî ye ku her sal di 21ê sibatê de ji bo pêşxistina hişmendiya li ser cihêrengiya zimanî û çandî û ji bo pêşxistina pirzimanîbûnê tê lidarxistin. Roja navnetewî ya zimanê zikmakî yekem car ji aliyê UNESCOyê ve di 17 mijdara sala 1999a de hatiye ragihandin ku ev roj bi fermî ji hêla Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve bi pejirandina biryara Neteweyên Yekbûyî ya sala 2002an de hatiye pejirandin.

Roja zimanê zikmakî beşeke ji destpêşxeriya berfirehtir "ji bo pêşvebirina parastin û mihafize kirina hemû zimanên ku ji aliyê gelên cîhanê ve tên bikaranîn" ku ji aliyê Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve di 16ê gulana sala 2007an de di biryara 61/266 ya Neteweyên Yekbûyî de hatiye pejirandin ku di sala 2008an weke Sala Zimanan a Navnetewî hatiye destnîşan kirin. Fikrê pîrozkirina Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî bi hewlên Bangladeşê derketiye holê.

Ev roj her sal li seranserê cîhanê bi çalakiyên pirrengî tê pîrozkirin. Armancên vê rojê ev in:

  • Balkişandina ser mafê perwerdeya zimanê zikmakî.
  • Bilindkirina têgihiştinan ji bo civakeke pirçandî.
  • Bilindkirina toleransan li hember mirovên cihêreng.

Çima 21ê reşmehê (sibatê)?[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dema ku UNESCO li ser pirsa dîyarkirina rojê di nav lêgerînê de bû, Bengladeşiyan 21ê sibatê pêşnîyar kir.

Di 21ê reşmeha (sibata)1952ê de, di xwepêşandaneka ji bo fermîbûna zimanê zikmakî de polîs 11 kes kuştin. Loma Bengladeşî 21ê reşmehê (sibatê)wek roja şehîdên zimanê xwe bibîrtînin.

Bengladeş heta sala 1971ê mêtingeha Pakistanê bû. Hema hema hemî bengladeşî bi bengalî dipeyivîn, lê dîsa jî zimanê wan yê fermî zimanê Pakistanê, Urdû, bû. Bengladeşî ji vê yekê ne razî bûn. Nerazîbûna xwe bi çalakiyên têvel diyar dikirin.

Di 21ê sibata 1952ê de, ji bo ku zimanê bengalî jî li gel zimanê Pakistanê yê fermî,urdu, bibe zimanê fermî, xwendekaran xwepêşandaneka girseyî li dar xist. Polîs êrîş bir ser xwepêşandaran û 11 kes kuştin. Lê Bengladeşiyan têkoşîna xwe ya ji bo fermîbûna zimanê xwe yê zikmakî domandin.

Hikûmeta Pakistanê neçar ma ku di 1956ê de Urdû û Bengalî bi hev re li Pakistanê bike zimanên fermî. 21ê reşmehê (sibatê), di têkoşîna ji bo bikaranîna mafê zimanê zikmakî qonaxeka girîng e. Lewma UNESCoyê ev roj pejirand.

Di van salên dawî de kurd jî hêdî hêdî vê rojê pîroz dikin û balê dikşînin ser mafê kurdan yê perwerdeya zimanê zikmakî û perwerdeya bi zimanê zikmakî. TZPê (Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî) bi daxuyaniyekê agahdarkir ku ewê bi awayekî berfireh vê rojê pîroz bikin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]