Rosa Luxemburg

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Rosa Luxemburg
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Zamość (en) (Zamostkiy Uezd (d), Lublin Governorate (en), Congress Poland (en), Rûsyaya Çarî)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Mirin
Navê rastî
Róża LuksemburgLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê jidayikbûnê
Rozalia LuxenburgLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Nasnav
R. KruszynskaLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Perwerde
University of Zurich (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Siyasetmedar, fîlozof, şoreşger, aborînas, rojnamevan, editor, political theorist, botanical collectorLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevjîn
Gustav Lübeck (d) (ji heta )
Julian Marchlewski (en) (dp. )Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Partiyên siyasî
Social Democracy of the Kingdom of Poland and Lithuania (en) (-)
Partiya Sosyaldemokrat a Almanya (-)
Spartacus League (en) (-)
Independent Social Democratic Party of Germany (en) (-)
Communist Party of Germany (en) (dp. )Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xwendekara
Julius Wolf (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Partenaires commerciaux
Julian Marchlewski (en) (dp. ), Leo Jogiches (en) (dp. ), Karl Liebknecht (en) (dp. )Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Bilêvkirin
Xebatên navdar
The Accumulation of Capital (d), Social Reform or Revolution (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
şanenava Rosa Luxemburg
Şanenav
Wêneyê goristanê

Rosa Luxemburg (z. 5ê adarê 1871 li Zamość li Polonyayê – m. 15ê kanûna paşîn 1919 li Berlîn li Elmanya), fîlozof, şoreşger û pêşengeka Marksîst a alman e.

Li Polonyayê ji dayîk bûye û bi eslê xwe cihû ye. Navê wê yî berê Rozalia Luksenburg e. Di temenekê ciwan de dest bi têkoşîna sosyalîzmê dike û hêj 18 salî bûye wekî penaber direve Swîsreyê. Ji partiyên sosyalîst ên Polon û Rûs cuda difikire û xwe dide karê pêkanîna şoreşek sosyalîst li rojavayê Ewropayê. Gorî wê heger li welatek wekî Almanya şoreş pêk were, ango ki welatek dewlemend û xwedî kapîtalîzmeka pêşketî, dê li Polonyayê bi hêsanî şoreş çêbe. Ev fikrên wê dibe sedem ku ji aliyê sosyalîstên Rûs û Polon ve were rexnekirin.

Luxemburg herwekî di modela rêxistinên sosyalîst de jî hinde guhertinên nû pêşniyar dike. Bi gelek sosyalîstên navdar ên hemdemî ve dikeve têkilî û nîqaşan. Ramanên wê li seranser Ewropayê tê şopandin. Luxemburg herwekî perwerdeya xwe jî li bajarê Zürichê didomîne. Di sala 1898an de bi Gustav Lübeck re dizewice û li Berlînê bicihdibe. Di nava refên SPD (Partiya Sosyaldemokrat a Alman) têdikoşe. Gelek caran tê zindanîkirin û bi destpêka Şerê Cîhanî yê Yekem ji SPD derdikeve. Lewra SPD piştgiriya şer dike.

5ê tebaxê 1914 de bi Karl Liebknecht re Internationaleyê (Înternasyonalê) dadimezirîne. Ev koma han piştre bi navê Spartakusbund (Yekîtiya Spartakûs) tê binavkirin. Ji ber armancên vê komê Luxemburg dîsa tê girtin û 2 sal di zîndanê de dimîne. Li zîndanê xebatên xwe didomîne. Rexneyên girîng li Bolşewîkan dike. Piştî azadiya xwe bi hevalên xwe ve Partiya Komunîst dadimezirîne û dest bi cerbandina pêkanîna şoreşê dike.

Di 15ê kanûna paşîn 1919 de bi tevî Karl Liebknecht tên girtin û bi hovîtî têne kuştin.

Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Rosa Luxemburg de hene