Sêvarxin bi sosê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Sêvarxin bi sosê varyanteke xwarinên ji sêvarxinê tên çêkirin e. Kurd ji sêvarxinê gelek selete û xwarinan dizanin. Herwiha çêncên (sos) kurdan jî dewlemend in. Standardeke sosên ku dikevin nava vê xwarinê nîne. Mirov bi kêfa xwe çi bixe têkela sosê, dikare.

Ji sêvarxinê re herwiha sêvaxîn, sêva bin erdê, qanqic, qonqiç jî dibêjin.

Xwarinên ji sêvarxinê li Bakurê Kurdistanê niha kêm bûne, lewra nivşên nû ji xwarinên pincarên biharê, zebze û fêkiyan hez nakin. Ev li seranser cîhanê wiha ye. Roj bi roj fastfood, xwarinên hazirî bipêşdikevin. Hinek kes ji çêja sêva binê erdê hez nakin.

Berkeliya terîfeyekê (bo çar kesan)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 2-3 kerî nanê hişk an nanê kartû
  • 1 stekan (qedeh) penîrê qaşar ê li rêşkerê xistî
  • 1 kg sêvarxin
  • 4 Fringî (tomatos, bacanê sor)
  • 4 îsota dirêj, stûr û serî tûj (çarlîston)
  • 4 kevçî rûnê tîr, margarîn
  • 2 kevçî ard (arvan)
  • 2 stekan şîr
  • Nîv baq bexdenûs
  • Îsota reş
  • Xwê

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Qalikên sêvarxinê bigirin, bişon û di nava ava bixwê, ava şor de hinekê bixaşînin (bi qasî 8-10 deqeyan). Nivê rûnê xwe yê margarîn di quşxaneyekê de bihelînin, ardê xwe berdinê û heya zerayî bi ardê ket biqelînin.

Hêdî hêdî şîr tevê bikin, tevbidin. Baldar bin bila neşewite. Îsotan hûrik hûrik hûr bikin. Rûnê mabû berdin rûnbirêşkê, îsotên xwe biqijilînin. Qalikê fringiyan bigirin, hûrane tîke bikin, wan jî tevlî îsotan bikin. Heya kewa xwe girt, bêhna sosê pê ket, di agirê nizm de biqelînin.

Li vê sosa we amadekiriye, penîrê qaşar zêde bikin. Hûn dikarin gorî dilê xwe hin sosên hazir û biharbêhnê (biharat) jî bikinê. Xwê û îsota reş pêwerbikin.

Nanê xwe li binikên xwarinê hûr bikin, ango parve bikin. Sêxarxina xaşandî berdin binikan (tebaxan). Sosa we amadekiriye jî li ser wan raxînin. Bi bexdenûsa hûrkirî bixemilînin û bi germî bînin ser destexaneyê (sifre).