S-Ban

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
S-Banên Polonyayê li Warşovayê

S-Ban, bana sererdê, cureyek ji sazûmaniyên veguhastinê ye. S-Ban ji kurtkirina bana sererdê ye. Li Almanya S-Bahn jî di heman wateyê de ye, lê "S" li wir di wateya kolanê de ye, ango bana sererdê, bana ser kolanê ye û êdî bûye markayek.

Li hin cihan riyên wan di bin erdê re jî derbas dibîn an îstgehên wan li bin erdê ne jî. Lê pirranî li ser erdê ne. S-Ban banên rêhesinî yên ser erdê ne. Trênên wan ên taybet hene, pirranî di navbera cihên nêzîk de yan di nava bajaran de dixebitin.

Li Kurdistanê vaguhastin li ser otomobîlan e, lewra dewletên li ser Kurdistanê xwedîtiyê dikin giraniya xwe dane otobanan, banên otoyê. Otomobîl him biha ne, him jî xwezayê qirêj dikin. Otomobîl hewceyî û girêdanê bi derve re dikin, mirov hewcekarê derve dihêle.

Li Almanya û hin welatan giraniya veguhastinê li ser rêhesinê ye, ku Almanya pêşengê hilberîna otomobîlan e.

Logoyên S-Banê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]