Sadiq Hîdayet

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Sadiqê Hidayet ( jdb. 17ê sibata 1903 li Tehran; m. 9ê nîsana 1951 li Parîsê) nivîskarekî îranî bû.

Sadiq Hîdayet
Hedayat2.jpg
Jidayikbûn17ê sibatê 1903an 
Tehran , Îran
Mirin 9ê nîsanê 1951ê  
Parîs , Fransa
PîşeNivîskar
PerwedeZanîngeha Tehranê
biguherîneBelge

Piştî çar salan vedigere Tehranê. Ji mêj de her bala wî li ser Cûkeyan (yoga) û Mahatmayan bûye, lewma jî di sala 1936an de çûye Hindisatanê û li wir fêrî zimanê Sanskrîtî dibe. Ji Sanskrîtî çend rîsaleyên Bûda bo zimanê fransî werdigerîne. Piştî ku ji wir vedigere Tehranê demekê li wir di karê dewletê de dixebite û wergêriyê dike lê ev karê hanê zêde xulqê wî teng dike ku lewma jî dev jê berdide. Di sala 1950 de cardin diçe Parîsê. Derûniya wî ya tevlîhev li wir yekcar tevlîhev dibe û di 19 nîsan 1951 de, di temenê xwe yê 50 salî de ji bilî gotarên ku ji rojname û kovaran re nivîsandibû, ji 20î zêdetir berhemên hêja li dû xwe dihêle û di odeya hotêla ku lê dima de, xwe bi gaza hewayê difetisîne û întîxar dike.

Sadiqê Hidayet digel ku ji malbateke farisan a dewlemend û mîrzade bû lê seranserê jiyana xwe gelek bi sadeyî û ji rêzê dibe serî. Sadiqê Hidayet li dû Mehemed Elî Cemalzade bi Buzorgê Elewî û Sadiqê Çûbek re di wêjeya Îranê de mîna sazkarê çîroka nûjen tê nasîn.


Berhemên wî yên sereke:

  • Bûfî Kûr ( Kundê Kor) roman1936
  • Hacî Aqa (Hacî Axa) roman – 1933
  • Se Qetre Xûn (Sê Dilop Xwîn)– çîrok 1932
  • Zinde be Gûr (Zindî li Gorê)– çîrok 1930
  • Segi Vilgerd (Segê Beredayî)– çîrok 1942
  • Teranehaî Xeyyam (Çarînên Xeyam)– lêkolîn 1934
  • Fewayîdi Giyahxarî (Fêdeyên Giyaxwarîyê)– lêkolîn 1927

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]