Sedat Edip Bucak
Jump to navigation
Jump to search
Sedat Edip Bucak (*1960) serokê cerdewanan (bi tirkî: Korucubaşı), bersûcê bûyera Susurluk a ku têkiliyên dewletê û mafyayan derxistibû holê, parlamentere berê yê DYP ya ku polîtîkayên rastgîr diparêze ye.
Bi eslê xwe Kurd e. Gorî rojnameyan xwedî 10.000 cerdewanan e û li dijî Kurdperweran têdikoşe. Navê wî di gelek bûyerên tarî, kirêt û bêsinciyê de derbas bûye. Gorî hin îdîayan bi saxî Kurd avêtine patosê. Li dijî wî gelek dozên eroîn, kokaîn û haşhaşê hatine vekirin. Tê gotin ku ji ber ku endamê JİTEM e, dewleta Tirk wî diparêze, nahêle were darizandin.
[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Veguhastina madeyên raxwarinê (eroîn hwd) ji Asya nêzîk, bi alîkarî û teknîka dewleta Tirk berî bi Ewropa
- Kuştin û windakirina zêdetirî 3.000 Kurd
- Plansaziya veqetandina zaraveyên Kurdî ji hevûdu û berehevkirina Kurdan
- Îlankirina herêma federal a bi navê Bucakistan (Ji Dîlok, Rihayê heya Dersîmê herêmeke Kurdên Zazakîaxêv, Tirkoman û Ereban, bi Tirkiyê ve girêdayî li dijî Kurdan)
- Bûyera yan skandala Susurluk
- Têkilî bi kadroyên sereke yên MİT, MHP û JİTEMê re
- Xerac, mêrkujî li Siwêregê li dijî eşîrên din
- Gefa kuştinê û gilîkirina li Leyla Zana
- Kuştina parlamenterê Kurd Mehmet Sincar