Yarsan
Yarsan anjî Ehl-e heq (bi farisî: اهل حق), navê dînekê kurdan ê kevin e li Kurdistanê û Rojhilata Navîn.
Peyvnasî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Ji bo kesên girêdayî dînê Yarsan ev peyvên li jêr tên bikaranîn;
Kesên pîroz[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Siltan Sahak damezrînerê vî dînî ye
- Baba Yadegar
- Yarsan ango Ehl-e Heq ji aliyê rejîma Tehranê ve weke Şîiyan tên bi nav kirin, lê ew ji bo pêkanîn û pratîka ola xwe terîqeta mîstîk a Nuralî Îlahî û bavê wî Hajj Nematollah dişopînin. Nûr Elî Îlahî pirtûka pîroz Burhan nivîsiye, ku weke pirtûkeke ola Ehl-e Heq tê dîtin.
Ji bo Yarsanan Tirbeya Siltan Sahak cihekê pîroz e. Ev tirbe li Şêxan (Pawe) ye. Her wisa Tirbeya Baba Yadegar jî pîroz e ku ew jî li Dalahû ye.
Pirtûkên pîroz[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Navê pirtûka pîroza yarsaniyan Serencam e.
Bawerî û rîtuelên olî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Di baweriya Yarsanan de reenkarnasyon (tenasûh) heye û di wê baweriyê de ne ku Elî vegeriye dinyayê. Ev nêrîn Yarsanan ji Şîîyan cuda dike.
Dîrok[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Dînê Yarsan di sedsala 15ê de ji aliyê Siltan Sahak an jî Siltan Îshaq ve hate damezrandin.
Cografya[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Hejmara Yarsaniyan li gor hin kesan 4 ji milyonan zêdetir e, piraniyan wan li parêzgeha Kirmanşan a Îranê dijîn. Hejmarek ji wan jî e ku Kakêyî tên navkirin, nêzîkî Kerkûkê bi cîh in. Lê li gor hin çavkaniyan hejmara wan ji milyonekê kêmtir e û civateke wan a girîng li Tehranê, û çend Êlen Yarsan li Bahdînan bi Navê Şebek û Sarlî jî hene.
Gelhenasî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Yarsan Hewramî, Soranî, Kelhurî, Lorî û Lekî diaxivin (zimannas Hewramî û sê terîqetê wan yên ku ji hev gelekî chê ne hene.
Civak[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Gelek ronakbîr Yarsaniyan û Êzidiyan wek hev dibînin.
Rejîma Komara Îslamiya Îranê Yarsan wekî oleke serbexwe qebûl nake û lewma herdem ji aliya parêzerên mafên mirovên cîhanê rexne lê dê girtin.
Gelek caran xwepîşandan û têkhelçûn navberî xelkê Yarsaniyan û Komara îslamiya Îranê diqewme.
Çand[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Her wisa binêre[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Kakeiyye Hareketi: [1]
- Hüseyin Deniz, “Kakailik ve Alevilik”, Dersim Araştırmaları Merkezi, erişim
12 Haziran 2017, http://www.dersimarastirmalarimerkezi.com/kakailik[Girêdan daimî miriye]