Sentrozom

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Centriole ku.svg

Pêkhateya Sentrozomê[biguherîne]

Navlêk(Têgîn)a sentrozom, ji peyvên centrum û sōma çê bûye. Bi Latînî centrum 'navend' + bi Yewnanî sōma 'laş' ê. Sentrozom di nav sîtoplazmayê, li nêzikê dendikê cih digire. Sentrozom lebatoka bêparzûn e û ji du paran pêk tê, her parek wekî sentrîol tê bi nav kirin. Ango sentrîolên di nav gilokên proteînên bêteşe(amorf) wekî sentrozom bi nav dibin. Her sentrîolek ji neh mîkrotubulên sêmendî(trîplet) çê bûyî ye. Ango her sentrîolek ji 27 mîkrobulan pêk tê. Dema dabeşbûna xaneyê dest pê dike,di qonaxa înterfazê de, sentrozom duhendî dibin. Her sentrîolek bi duhendîbûnê sentrîolek nû çê dike ,sentrîol a kevn bi navê mak, a nû jî bi navê keçik tê bi nav kirin.

Erka Sentrozomê[biguherîne]

Xaneya ajalan

Sentrozom navenda organîzekirina mîkrotubulan e. Mîkrotubul di nav sîtoplazmayê de mîna tor belav dibin û di çêkirina kakûtê xaneyê (cytoskeleton) de par digirin.

  • Sentrozom ber bi dawiya dabeşbûna xaneyê de ji bo parvebûna sîtoplazmayê(sîtokînez) sinyal çê dike.
  • Sentriola mak rîşik(cilium) û dûçik(flagellum) çê dike.
  • Di dema dabeşbûna xaneyê de, mîkrotubul ji herdu cemserên xaneyê ji sentrozoman ber bi navenda xaneyê dirêj dibin.
  • Di nav sîtoplazmayê de gurza mîkrotubulan wekî rîşê teşî (spindle fibers) tê bi nav kirin. Rîşê teşî, kromotîn û kromozoman parve dikin.

Xaneyên karok, riwekên bitov, bêsentrozom in. Xaneyên riwekên bispor (riwekên bêtov) û piraniya xaneyên ajalan di nav sîtoplazmaya xwe de cotek sentrîol dihewînin.

Xaneyên Wekî xaneya masûlke, xaneya hêka, xaneya rehikê, hin xaneyên ajalan jî bêsentrozom in. Çi riwek be, çi ajal be, ku di çerxa jiyana wê de xaneyên bi dûçik an jî bi rîşik hebe, xaneyên ew zîndewer bi sentrozom in.

Çavkanî[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]