Serbên Tirkiyeyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Serbên Tirkiyeyê
Türkiye‘deki Sirplar
Срби у Турској
Serbistan Tirkiye
Gelhe tevahî
9.900[1]
Ziman
Zimanê serbî, tirkî
Baweriya dînî
Xristiyanî û Îslam

Serbên Tirkiyeyê hevwelatiyên Tirkiyeyê yên ku bi eslê xwe serb in an jî kesên ku li Serbistanê ji dayik bûne û li Tirkiyeyê dijîn in. Serbên Tirkiyeyê bi piranî li bajarên mezin wekî Stembol, Kocaeli, Enqere, Antalya û Îzmîrê dijîn.[2] Piraniya wan bi zimanê serbî nizanin û bi zikmakî tirkî diaxivin.[3]

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di serdema Împeratoriya Osmanî de piraniya erdên Balkanê di bin kontrola osmaniyan de bû. Ji ber sedemên wekî aborî û sirgûnkirinê, gelek serb koçî Stembol û Anatolyayê kir. Di 28ê tebaxa 1521ê de Keleya Belgradê bi 250.000 leşkerên osmanî û jî 100 zedetirî gemiyan ji aliyê Silêman Şah ve hatiye girtin.[4] Dûre, piraniya bajar hat xirabkirin û tevahiya nifûsa wî ya Xirîstiyanên Ortodoks ji bo Stembolê[5] hatin sirgûnkirin ku devera ku sirgûnbûn ji hingê ve wekî daristana Belgradê hatiye zanîn.[6]

Gelek yenîçeriyên osmanî bi eslê xwe serb bûn û di zarokatiya xwe de ji malên xwe hatibûn birin û li Împeratoriya osmanî de perwerde dîtin. Hin serb meqamên siyasî bi dest xistine û çend Wezîrên Mezin jî wek serb hatine dinyayê.

Balyozxaneya serbî li Stembolê

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Project, Joshua. "Serb in Türkiye (Turkey)". joshuaproject.net (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 25 adar 2024.
  2. ^ "Serbs in Turkey – Serbian expats in Turkey". InterNations (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 kanûna pêşîn 2022.
  3. ^ MULALIC, MUHIDIN (2019). "Prospects for Trilateral Relations between Turkey, Serbia, and Bosnia and Herzegovina". Insight Turkey. 21 (2): 129–148. ISSN 1302-177X.
  4. ^ "Turkish Conquest of Serbia". www.serbianembassy.jp. Ji orîjînalê di 23 kanûna paşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 23 kanûna pêşîn 2022.
  5. ^ Serbia, RTS, Radio televizija Srbije, Radio Television of. "Ко су потомци Београђана које је Сулејман Величанствени пре пет векова одвео у Истанбул". www.rts.rs. Roja gihiştinê 4 adar 2021.{{cite web}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  6. ^ "The Rough Guide to Turkey: Belgrade Forest". Rough Guides. Ji orîjînalê di 9 îlon 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 gulan 2009.