Here naverokê

Serra Bucak

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Serra Bucak
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
dp.
Ali İhsan Su (en)
Jidayikbûn
Hevwelatî
Perwerde
Cağaloğlu Anatolian High School (en) (heta an)
University of Cologne (en) (heta an)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Siyasetmedar, pedagogLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Partiya siyasî

Serra Bucak yan jî Ayşe Serra Bucak Küçük (jdb. 9 çileya 1976an li Amedê), pedagog, aktîvîst û siyasetmedareke kurd e ku niha hevşaredarê şaredariya bajarê mezin ya Amedê ye.

Salên pêşîn û perwerdehî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ayşe Serra Bucak di sala 1976an de li Amedê ji dayik bûye ku bi eslê xwe ji ji navçeya Siwêrega bi ser parêzgeha Rihayê ye.[1]

Bucak di sala 1995an de ji Lîseya Anadoluyê ya Stenbolê Cağaloğlu mezûn dibe û xwendina xwe ya zanîngehê di sala 2006an de li beşa ziman û edebiyata almanî û pedagojiyê ya Zanîngeha Kolnê ya Almanyayê dixwîne.[1]

Kariyer û xabetên siyasî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî ku Serra Bucak ji Zanîngeha Kolnê mezûn dibe di navbera salên 2006 û 2011an de koordînatoriya mala piştgiriya perwerdehiyê ya şaredariya Rezikê dike. Di navbera salên 2014 2016an de wekê hevserok û endamê meclîsa şaredariya bajarê mezin a Amedê dixebite.[1] Di hilbijartinên herêmî yên sala 2024an de li gel Dogan Hatun wekî hevşaredarê bajarê mezin ê Amedê hatiye hilbijartin û di 8ê nîsanê de bi wergirtina belgeya hilbijartinê dest bi wezîfeya xwe kiriye.[2]

  1. ^ a b c "Ayşe Serra Bucak kimdir?". web.archive.org. 17 gulan 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 17 gulan 2024. Roja gihiştinê 17 tebax 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê - Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi". www.diyarbakir.bel.tr. Roja gihiştinê 17 tebax 2024.