Sevda Demirel
Karê berfirehkirina vê gotarê hê jî berdewam e dibe ku ji ber vê yekê di naveroka gotarê de pêwistiya sereraskirinan hebe. Ji bo berfirehkirina vê gotarê tu dikarî bi bikarhêner a ku li ser gotar dixebite re pêwendiyê pêk bînî û alîkariya berfirehkirina vê gotarê bikî. Ji kerema xwe re vê şablonê rake, heke di maweya heft rojan de tê de ti guherîn tine be! Heke karê te bi vê rûpelê re xilas nebûbe ji kerema xwe re şablona {{tê guhartin}} bi kar bîne! Ev gotar herî dawî ji aliyê Avestaboy (gotûbêj| beşdarî) ve berî 3 deqan hatiye guhartin. (Rojane bike) |
Sevda Demirel | |
---|---|
Jidayikbûn | 28ê nîsana 1972an |
Esil | Tirk |
Pîşe | Model, stranbêj, lîstikvan , pêşkêşvan |
Salên çalak | 1988 - roja me |
biguhêre |
Sevda Demirel (jdb. 28'ê nîsana 1972an li Langen, Almanya) model, stranbêj, lîstikvana sînemayê û pêşkêşvana bernameyê ya tirk e.
Jiyan û kariyera wê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Malbata wê bi eslê xwe ji Dîlokê ye.Dema ku li Almanyayê lîseyê dixwend, di tîma basketbolê de bû. Di vê serdemê de wek stranbêja Asım Can Gündüz dest bi xebatê kir û binavûdengiya xwe zêde kir. Paşê 8 salan li ser qonaxên cihê, li bakurê Iraqê jî wek stranbêj kar kir. Dema ku ew 16 salî bû, dê û bavê wê ji hev berdan, di heman salê de hat Stembolê û dest bi modelsaziyê kir. Ew di çend fîlman de lîst. Di sala 1996'an de bi Salih Güney û Engin Koç re di fîlma "Otostop" de rola sereke lîst. Di 9'ê hezîrana 1997'an de di operasyona laşfiroşiyê de hat binçavkirin. Midûrê Asayîşa Stembolê Ramazan Er ragihand ku Demirel bêsûc e.
Teqîna sîlîkonên wê û sîle ku di bernameya İki Kere Kiki de li Hande Ataizi da, di dîroka magazînên Tirkiyeyê de ji bûyerên sansasyonî nin. Sê albûmên wî yên bi sernavê Sevda Gibi (2002), Sus (2005) û Uyanma Vakti (2007) hene. Hunermend di sala 2019’an de bi strana xwe ya bi navê “Sevda Tokatı” vegeriya ser karê xwe yê muzîkê ku salên dirêj rawestandibû. Di sala 2022an de strana xwe ya bi sernavê "Yağmur" ku gotin û muzîka wê ji aliyê wê ve hatiye nivîsandin, derxist.
Fîlmnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1995: Bay E
- 1996: Tatlı Kaçıklar
- 1996: Otostop
- 1997: Hiç Bana Sordun mu?
- 1998: Altın Vuruş
- 2000: Tutku Suçları
Dîskografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 2002: Sevda Gibi / Kırmızı Müzik
- 2005: Sus / Erol Köse Production
- 2007: Uyanma Vakti / Seyhan Müzik
Single
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 2019: Sevda Tokatı / Özdemir Müzik
- 2022: Yağmur / Sevda Demirel Müzik