Sofî Omer

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Sofî Omer
Navê rastî
Ömer Çelik
Jidayikbûn1952
EsilKurd
biguhêreBelge

Sofî Omer yan jî bi navê jidayikbûnê Ömer Çelik, (jdb. 1952 li Şemzînan, Colemêrg, Bakurê Kurdistanê) govendvanekî kurd e ku bi şêwaz û performansa xwe yê leyistina govendan tê naskirin.[1][2]

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sofî Omer di sala 1952an de li gundê navçeya Şemzînan a bir parêzgeha Hekariyê hatiye dinyayê û li wir jiyan dike.[3] Ji xeynî serkêşiya govendiyê li gundê xwe karê cotkarî û ajalkariyê dike. Di daxuyaniya xwe de diyar dike ku 40 sal e di dawetan de serkêşiya govendan dike û heta niha bi sedan kesan xwestiye ku serkêşiya govendê ji wî bistîne wi vî yekê nepejirandiye, bi hêsanî serkêşiya govendan nedaye kesek din.[4]

Sofî Omer ji xeynî Kurdistanê, ji welat û gelên cuda hezkirî yên wî hene. Herî dawî hunermendê navdar ê Kanadî Justin Bieber li ser hesabê xwe yê Înstagramê vîdeoya Sofî Omer bi heyranên xwe re parve kir. Sofî Omer di daxuyaniya xwe de, jibo parvekirina vîdeo wî yê ku Justin Bieber parvekiriye spas kir û anî ziman ku di demek nêz de, dixwaze ku bi Justin Bieber re govendê bileyze.[5]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Mynet. "Justin Bieber'ın videosunu paylaştığı Sofi Ömer kimdir? Sofi Ömer nereli ve kaç yaşında?". Mynet Magazin (bi tirkî). Roja gihiştinê 13 tebax 2022.
  2. ^ "Dünyaca ünlü şarkıcının paylaştığı Sofi Ömer konuştu". www.haberturk.com (bi tirkî). 12 tebax 2022. Roja gihiştinê 13 tebax 2022.
  3. ^ "Justin Bieber'ın videosunu paylaştığı Şemdinlili Sofi Ömer kimdir? Sofi Ömer kaç yaşında?". www.cumhuriyet.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 13 tebax 2022.
  4. ^ "Justin Bieber'ın halay videosunu paylaştığı Sofi Ömer: Çok mutlu oldum". www.sozcu.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 13 tebax 2022.
  5. ^ "Justin Bieber'ın halay videosunu paylaştığı Sofi Ömer: Çok mutlu oldum". www.sozcu.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 13 tebax 2022.