Songül Öden

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Songül Öden
Songül Öden ( 2009 li Qeterê )
Navê rastî
Songül Öden Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn17ê sibata 1979an(1979-02-17) (45 salî)
EsilZaza/kurd
HevwelatîTirkiye
Pîşe
Salên çalak1993–roja me
Hevjîn
(z. 2002; bd. 2011)

Arman Bıçakçı
(z. 2020)
Malpersonguloden.com.tr/home-page/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Songül Öden an jî Songul Oden[1] lîstikvana şano, sînema û rêzefîlman ku bi eslê xwe kurd[2][3][1] a zaza[4] ye .

Jiyana wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Söngül Öden di 17ê sibata 1979an de li Amedê wek keça belêndarek û jina wî ji dayîk bû. Birayekî wê yê mezin, xwîşkek biçûk û 3 xwişkên wê yên mezin hene.[5] Songül Öden ji ber ku dê û bavê wê , dema ku ew 6 mehî bû ji hev berdane û zarokatî û ciwaniya xwe li Enqereyê derbas kiriye bi dê û birayên xwe re li vir bi cih bûye.[6] Di Beşa Şanoyê ya Fakûlteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê ya Zanîngeha Enqereyê mezûn bû, dema li Konservatuara Dewletê ya Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê stranbêjî dixwend.Öden piştî ku li Şanoya Hunerê ya Enqereyê,Ankara Deneme Sahnesi, Şanoya Dewletê ya Trabzonê (1 sal), Şanoya Dewletê ya Amedê (3,5 sal) û şanoyên taybet xebitî, wê di sala 1999an de bi rêzefîlma Ferhunde Hanımlar dest bi lîstikaniya televîzyonê kir. Di rêzefîlma Gümüş de ku di navbera salên 2005 û 2007an de hat weşandin, wê bi Kıvanç Tatlıtuğ re rola sereke parve kir. Bi vê rêzefîlmê, ew li seranserê cîhanê hate nas kirin û bingehek mezin a temaşevanan bi dest xist.Di navbera 2011 û 2014an de, wê rola Yasemîn di rêzefîlma lêanîna Desperate Housewives Umutsuz Ev Kadinlar de, ku li ser kanalên Kanal D û FOXê de hatîbûn weşandin, lîst.

Di sala 2002an de wê bi Canberk Uçucu re ku wek wê şanoger e zewicî û di sala 2011an de ji hev berda bûn.[7] Di sala 2020an de wê bi karsaz Arman Biçakçi re zewicî .[8]

Fîlmnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sînema
Sal Hilberîn Rol Nîşe
2007 Sınır Didem Kurtefîlm
2009 Acı Aşk Ayşe Fîlmê sînemayê
2011 72. Koğuş Meryem Fîlmê sînemayê
2015 Rüzgarda Salınan Nilüfer Handan Fîlmê sînemayê
2016 Ekşi Elmalar Türkan Fîlmê sînemayê
Televîzyon
Sal Hilberîn Rol Nîşe
1999 Ferhunde Hanımlar - Rola piştgiriyê
2001 Vasiyet Ruhinaz Rola piştgiriyê
2002 Havada Bulut Ayşe Rola piştgiriyê
2005-2007 Gümüş Gümüş Şadoğlu Rola sereke
2008 Vazgeç Gönlüm Ezra
2010 Mükemmel Çift Ayça Rola sereke
2011-2014 Umutsuz Ev Kadınları Yasemin Anday Kalyoncu Rola sereke
2015 Serçe Sarayı Serçe Rola sereke
2017 Kayıtdışı Zeynep Rola sereke
2019 Bir Aile Hikayesi Reyhan Güneş Rola sereke
2022 Oğlum Zeynep Yalçın Kaya Rola sereke
Fîlm û rêzefîlmên înternetê
Sal Hilberîn Rol Platform
2017 Fi Yıldız puhutv
2021 Şeref Bey Neşe Exxen
2021 Beni Çok Sev Nuriye Netflix
2022 Uysallar Nil Uysal Netflix
Yakında Numen Disney+
2023 Atatürk Zübeyde Xanım Disney+

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b "Lîstikvana kurd Songul Oden: Amed tenê û birîndar e!". rojavanews. 15 kanûna pêşîn 2015. Roja gihiştinê 5 nîsan 2023.
  2. ^ "Songül Öden". tvseans (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 5 nîsan 2023.
  3. ^ Kürt oyuncudan Diyarbakır mesajı , (Rudaw) 2015 - 12 - 14
  4. ^ ""Beş kadının arasında büyüdüm, beş kadının başrolde olduğu bir dizi için antrenmanlıyım"". Milliyet (bi tirkî). Roja gihiştinê 5 nîsan 2023.
  5. ^ "Songül Öden kimdir - Biyografi.net.tr" (bi tirkî). Ji orîjînalê di 8 hezîran 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 7 nîsan 2023.
  6. ^ "Songül Öden Kimdir? - Güncel Songül Öden Haberleri". sabah.com.tr (bi tirkî). Ji orîjînalê di 8 hezîran 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 7 nîsan 2023.
  7. ^ "Songül Öden, 9 yıllık eşinden sonunda boşandi!" (bi tirkî). Ji orîjînalê di 7 adar 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 13 nîsan 2023.
  8. ^ "Songül Öden ile Arman Bıçakçı evlendi" (bi tirkî). Ji orîjînalê di 29 tîrmeh 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 13 nîsan 2023.