Strabon

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Strabon

Strabon (Bi yewnanî : Στράβων; 64 BZ - 24 PZ) dîroknas, erdnas û fîlozofek Yewnanî ye. Di dema xwe de bi lêkolînan ser koç kirina cihên tê nas kirin û lêkolina ser kêjan gelan li ku de cîwar bûn re navdar bû. Diremînin ku bi Arîstokratên Roma re eqrebatî heye. Li îro kura yê malbatekî dewlemend de li parêzgeha Amasya dayik bû. Ew di cihanê de yekemê coxrafyavanên tê hesibandin.

Ew bi pirtûka xwe ya erdnîgarî yê li ser Cîhana Kevnar hat naskirin. [1]

Li ][Amasya]]yê de dayik bûye û li Amasyayê de mirîye. Wî li ser Yewnanîya Klasîk xwend. Beriya zayînê di sala 44an de çûye Romayê ji bo xwendina xwe berdewam bike. Heta sala 31 b.z. li Romayê de ma. Di sala 29 berî zayînê de li Yewnanîstanê de gerîya. Wî di sala 28'ê berî zayînê de çû Misrê . Ew li piraniya Împaratoriya Romayê gerîya ye. Ew demekê dirêj li Roma û Îskenderiyeyê de maye.

Peykerê Strabon li qiraxa Yeşîlırmak di Amasya/Tirkiye de.

Ew pirtûk heta ji hilweşîna Korînth û Kartacayê (146 BZ) heta dema mirina Qeyser an Şerê Actium vedigere . Bi tenê 19 parçe heta roja me ya îro mane. Piraniya 17 cildên wî yên Geographumena an jî Geographika (Erdnîgarî) heta roja me sax mane. Nivîskar wê berhemê ji bo gelên çandî yên cîhana Yewnanî û Romayî nivîsandiye.

Strabon di dema kevnar de erdnasek e ku yekem ravekirina têkiliya sedem-encamê ya volkanîzmê çêkiriye.

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. "Géographie de Strabon". 1880.