Suşyant

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Zaoşan, zaoşyant, zayoşand, suşyant (ango saoshyant) di pirtûka pîroz a Zerdeştîtîyê, Avestayê de, leheng û felatkerekî ye û di dema fraşokeretîyê de tê. Wekî baweriya "mesîh" a olên rojhilata navîn (cihûtî, xrîstiyanî, îslam) e. Tê zanîn ku olên Mazdayî (Zerdeştîtî jî ji wan e) beriya olên samîyan (cihû, ereb, suryanî ûêd) hebûye û bandoreke mezin li van olan kiriye. Navê Zaoşyant tê wateya "kesê jiyanê, ziyatiriya bereketê tîne".

Di gatayên (gotin) Avestayê behsa Zaoşyant tê kirin. Temsîla meqamê pêxembertî, felatkeriyê dike (bo mînak Yasna 46.3). Di gelek gatayan de pesnê wê wekî, "kesê nuwazevan, kesê mirovan nûjidayîkbûnî dike" jî tê dayîn. Navê wî wekî Astvat-ereta jî derbas dibe.

Di Yaşt 19.88-96'ê de dinivîsîne ku ew xwe digihîne fraşokeretiyê, erdê (erdxan, dunya) ji nû ve birêxistin, têkûz dike. Drûj dike der, dawî li giro (bîz, nefret) û xişmê tîne.

Li kîjan zeryaçeyê tê jiyanê?[biguherîne]

Ew herwiha wekî kurê Vîspa Torwayîrî (vispa.taurwairi) tê binavkirin. Ji gola Kansaoya (zeryaçeya Kansava) tê. Çeka xwedayiyê ni navê Verethragna dide destê xwe. Haurvatat, Ameretat û rêberên din dê alîkariya wê bikin. Dê bi hevre xirabiyê, ruhê Ehrîman têk bibin.

Hinek olzan dibêjin gola Kansava yan Kansaoya ne nav, lê rengdêrek e. Tê wateya gola ku ava xwe ji kaniyan digire û ava wê sar e.. Heya gotine Deryaya Hazerê, gola Wanê jî.

Zaoşyant di hedîsan û wêjeya devkî de[biguherîne]

Gelên îranî (kurd, faris ûêd) tiştinên herî baş xistine para Zaoşyant. Mêranî, merdî, xwedayîtî ûêd. Bi gelek nav û bernavan jî pesinandine.

Hinek dibêjin di gola Kansavayê de horiyeke avê (serperî, keçbehrî) dijî. Navê wê Eredat Fedhrî (alîkara serfiraz) e. Jê re laşçêker jî dibêjin. Keçikeke dûşîze (bakire) ye. Bi zanîna serfiraz bicanî dimîne. Jê re lawekî dibe.

Ev pitok pêwîstî bi xwarinê nabîne. Laşê wî rojzêrîn e, dibiriqe. Xwarena (Khwarenah) pê re ye. Di jiyana xwe ya 57 salî de 17 salan zebze û hêşînahiyên çiyê dixwe. 30 salan tenê bi avê, 10 salan jî bi xureka zanînê dijî. Divê bawermend jî zebze û fêkiyan pirr bixwin, pirr avê vexwin û gelek zana bin, hez ji zanînê bikin. Goşt, xwarinên ziyandêr û xwarinên rûnî mirov divê kêm bikarbîne.

Çavkanî[biguherîne]

  • Boyce, Mary (1975), A History of Zoroastrianism, Vol. I (Almanî: Eine Geschichte des Zoroastrianismus), Leiden/Köln: Brill
  • Dhalla, Maneckji Nusservanji (1938), History of Zoroastrianism (Almanî: Geschichte des Zoroastrianismus), New York: OUP