Tîma Kurdî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Tîma Kurdî
Jidayikbûn1970
EsilKurd
PîşeNivîskar, çalakvan
RêxistinThe Kurdi Foundation (Weqfa Kurdî)
Sedema navdarbûnêParastina mafên penaberan, nivîsandin
MalbatAlan Kurdî (birazî)
Kariyera nivîskariyê
Zimanê nivîsinêInglîzî
MijarPenaberî
Berhemên navdar
The Boy on the Beach (2018)
biguhêreBelge

Tîma Kurdî, Tima Kurdi (jdb. 1970) nivîskareke kurd û çalakvana mafên mirovan e. Ew li Şamê ji dayik bû û dema ku ew salmezineke ciwan bû, çûye Kanadayê û niha li Coquitlam, Kolombiyaya Brîtanî dimîne.[1] Kurdî nivîskara pirtûka The Boy on the Beach (Lawikê li ser peravê) ye ku derbara rewşên mirina biraziyên wê Xalib û Alan Kurdî û diya wan Rehanna de ye dema ewna ji şerê navxweyî yê Sûriyê reviyane.

Jiyana berî û perwerde[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tîma Kurdî di sala 1970an de di malbateke kurd de li Şamê, Sûriyê ji dayîk bûye.[2][3] Di 22 saliya xwe de di sala 1992an de koçî Kanadayê kir.[1][4]

Dema salmeziniyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kurdî damezrênera The Kurdi Foundation (Weqfa Kurdî) ye, ku ji bo ku kanadî hewcedariyên penaberan bihesibînin kar dike.[5][6] Di sala 2018an de, ew çalak bû ji bo ku Kanada bêtir penaberan hilde.[7] Bîranîna wê ya bi sernavê The Boy on the Beach derbarê hewldanên malbata wê ji bo reva ji şerê navxweyî yê Sûriyê di û rewşên ku di sala 2015an de bûne sedema mirina Alan û Xalib Kurdî (neviyên wê) û Rehanna (xwarziya wê) de ye.[7][8][9] Di sala 2019an de wê xemgîniya xwe anî ziman ku fîlmekî li ser mirina Alan bêyî destûra malbata Kurdî ji aliyê derhêner Omer Sarikaya ve hatiye çêkirin.[10]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b "14 books to read on World Refugee Day" (bi îngilîzî). CBC. 19 hezîran 2020. Roja gihiştinê 5 kanûna pêşîn 2022.
  2. ^ Khan, Adnan R. (1 îlon 2017). "Two years after Alan Kurdi's death, little has changed". Macleans.ca (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 5 kanûna pêşîn 2022.
  3. ^ Kurdî, Tima. "The boy on the beach : my family's escape from Syria and our hope for a new home - City Libraries, City of Gold Coast". link.goldcoast.qld.gov.au (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 5 kanûna pêşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 kanûna pêşîn 2022.
  4. ^ Kurdî, Tima (13 nîsan 2018). "Opinion: The crossing: Tima Kurdi on her family's voyage through tragedy and hope". The Globe and Mail (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 5 kanûna pêşîn 2022.
  5. ^ French, Cameron (15 adar 2021). "As war drags on, aunt of drowned Syrian toddler Alan Kurdi focuses on plight of refugees". CTVNews. Roja gihiştinê 5 kanûna pêşîn 2022.
  6. ^ Daflos, Penny (2 îlon 2020). "Alan Kurdi's aunt marks grim anniversary of boy's death as refugee crisis continues". British Columbia (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 kanûna pêşîn 2022.
  7. ^ a b Wright, Teresa (29 nîsan 2018). "Tima Kurdi wants Canada to take more refugees, hopes new book spotlights crisis". British Columbia (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 kanûna pêşîn 2022.
  8. ^ Patrick, Ryan B. (7 gulan 2018). "How Tima Kurdi is honouring the memory of her nephew with her book, The Boy on the Beach" (bi îngilîzî). CBC. Roja gihiştinê 6 kanûna pêşîn 2022.
  9. ^ "Tima Kurdi" (bi îngilîzî). CBC. 12 kanûna pêşîn 2018.
  10. ^ Larsen, Karin. "Family distraught over unauthorized movie about 'boy on the beach' Alan Kurdi". CBC (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 kanûna pêşîn 2022.