Tûrikê zerikê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Çar perdeyên embriyoyî heye, perdeya serav, perdeya koriyonî, tûrikê zerikê û perdeya elentoyîs. Perdeyên embriyoyî di hefteya duyem a perisînê de, piştî çeqînê peyda dibin û di qonaxa embriyoyî û qonaxa korpeleyî de perisîna perdeyan didome

Tûrikê zerikê (bi înglîzî: yolk sac) yek ji çar perdeyên derveyî embriyoyê ye.

Perdeya zerikê ji çîna hîpoblast çêdibe û bi şêweyî tûrik e, loma wekî tûrikê zerikê tê navkirin. Ji perdeyên embriyoyê, pêşîn tûrikê zerikê, paşê perdeyên din tê çêkirin.

Tûrikê zerikê xişok, balînde û hin memikdaran ji bo xwedikirina embriyoyê zerik embar dike. Wekî mînak zerika hêka mirîşkê di nav tûrikê zerikê de cîh digire. Geşebûn û peresîna embriyo û korpeleya mirov di malzaroka dayikê de çêdibe. Xurek û madeyên pêwîst ji xwîna dayikê tê dabînkirin, loma di tûrikê zerikê embriyoya mirov de zerik nayê embar kirin.[1]

Tûrikê zerikê ji xaneyên trofoblast xurek dimijînin û dişînin bo embriyoyê. Hefteya çaremîn a peresînê de embriyo ji aliyê plasentayê ve tê xwedîkirin, qebareya tûrikê zerikê ji wê gavê şûnve kêm dibe.[2] Bi peresîna embriyoyên mirov de, tûrikê zerikê dibe beşek ji coga herisê.[3]

Bo embriyoya mirov, erkê bingehîn ê tûrikê zerikê, berhemkirina xaneyên xwînê ye. Xaneyên xwînê yên pêşîn di tûrikê zerikê de tên çêkirin.[4] Herwisa xaneyên pêşeng ên hêkexane û spermê jî di tûrikê zerikê de tên çêkirin.[5]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  2. ^ Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  3. ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  4. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  5. ^ Rittner, Don, and Timothy Lee McCabe. Encyclopedia Of Biology. Facts On File, 2004.