Çeqîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Pêvajoya ji pîtînê heta çeqînê, wekî peresîna pêşembriyoyî tê navkirin.

Çeqîn (bi înglîzî: implantation), di nav navpoşê malzarokê de niqûmbûna embriyoyê.

Peresîna weçeyê ya ji pîtîna xaneya hêkê, heta dawiya çeqînê, wekî peresîna pêşembriyoyî tê navkirin.[1] Piştî hekdananê, eger hêkexane di nav 24 seatan de di coga hêkê de raste spermê were, pîtîn rû dide. Hêka pîtandî wekî zîgot tê navkirin. Zîgot ji coga hêkê ber bi malzarokê ve tê şandin. Dema zîgot di nav coga hêkê de ye, bo xwedîkirina zîgotê xurek ji xaneyên coga hêkê tê derdan.[2]

Di coga hêkê de zîgot dest bi dabeşbûnê dike. Ev dabeşbûn wekî şeqbûn tê navkirin. Koma xaneyên nû êdî wekî pêşembriyo an jî embriyo tê navkirin. Embriyoya 16-100 xaneyî wekî morula tê navkirin. Gava hejmara xaneyên bi şeqbûnê çê bûne ji sedî zêdetir dibin, êdî embriyo wekî blastula tê navkirin.[3]

Pêkhateya blastoçikildanê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Xaneyên blastula, wekî blastomer tên navkirin. Xaneyên blastomer bi awayek şidî be hevre girêdayî ne.[4] Embriyoya mirov di qonaxa blastula de wekî blastoçikildan (bi inglîzî: blastocyst) tê navkirin.

Blastoçikildan ji du beşan pêk tê: koma xaneyên navî (bi înglîzî: inner cell mass) û li derdora wan jî korîon (bi înglîzî: chorion).

Korpele ji koma xanêyên navî peyda dibe. Ango koma xaneyên navî, xaneyên bineretî (bi înglîzî: stem cells) ne û bi gorankariya van xaneyan şane û endamên embryoyê peyda dibe.[5] Korîon jî dibe beşek plasentayê û çînên parezger ên embriyoyê. Xaneyên beşa korîonê wekî xaneyên trofoblast (bi înglîzî: trophoblast cells) tên navkirin.[6]

Pêvajoya çeqînê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Çeqîn ku.png

Embriyo derdora roja pêncem a peresînê de digihîje malzarokê. Navçeya zelal (bi latînî: zona pellucida) a dora embriyoyê hildiweşe û embriyo bi qasî du rojan di kelênan(valahî) malzarokê de serbest dimîne. Di vê demê de embriyo bi derdanên rijênên malzarokê tê xwedîkirin.[7]

Bi gelemperî 5 heta 7 roj li pêy hêkdananê embriyo pêvajoya çeqînê dide destpêkirin. Blastoçikildan xwe bi navpoşê malzarokê ve girê dide û çeqîn rû dide.[8] Xaneyên trofoblast ên bi navpoşê malzarokê ve hatine girêdan, enzîm der didin. Enzîm ji bo cihbûna embriyoyê beşek piçûka ji navpoşê malzarokê hildiweşîne. Blastoçikildan niqûmê (noqê) nav navpoşê malzarokê dibe, ev bûyer wekî çeqîn tê navkirin. Di nav 1 heta 3 rojan de blastoçikildan bi tevahî noqê navpoşê malzarokê dibe. Xaneyên malzarokê beşa hilweşiyayî car din çê dike. Bi vî awayî embriyo di nav navpoşê malzarokê de dimîne û peresîna embriyoyê li wir didome.[7]

Ji bo çeqînê amdekariyên malzarokê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Xestiya hormonên êstrocen û procesteron bandor li ser navpoşê malzarokê dike bo wergirtina embriyoyê. Ji bo çeqînek serkeftî, divê di laş de rêjeya êstrocen kêm, rêjeya procesteron jî zêde be. Herwisa divê tenê zer bi têra xwe hormona procesteron der bide.[9]Piştî hêkdananê, qonaxa derdanê ya malzarokê dest pê dike. Di vê qonaxê de, malzarok û navpoşê malzarokê ji ber derdana hormona procesteron xwe ji bo egera çeqîna embriyoyê amade dikin. Hormona procesteron ji tenê zer (bi latînî: corpus luteum) tê derdan. Bi bandora procesteron û êstrocenê, xwînberên malzarokê bi şêweyê lûlpêç fireh dibin,navpoşê malzarokê stûr dibe. Herwisa rijênên malzarokê gir dibin. Ji van rijênan bo embriyoyê şilemeniya xurek tê derdan. Derdana xurek hê ko embriyo li nav diwerê malzarokê cih nebûye dest pê dike. Bi taybetî di xwînê de xestiya bilind a procesteronê hê pirtir bandor li ser derdana malzarokê dike. Gava çeqîn rû dide, ji ber derdana pocesteronê ya tenê zer, stûrbûna navpoşê malzarokê jî hê zêdetir dibe.[2]

Bi eslê xwe ducanî ne bi pîtîna hêkexaneyê, lê piştê çeqînê dest pê dike. Ango ducanî hefteyek piştî pîtînê dest pê dike. Heke çeqîn rû nede, hêka pîtandî (zîgot) an jî blastoçikildan ji laşê dayikê tê avêtin. Bi qasî % 75ê têkçûnên ducanmayînê ji ber biserneketina çeqînê rû dide.[6]

Ducaniya derekî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

ji bo çeqîna embriyoyê û berdewamiya ducaniyê, di nav malzarokê de beşa paş û beşa jorê navpoşê malzarokê cihê asayî û ewle ne.

Hin caran xaneya pîtandî ne li beşa asayî ya navpoşê malzarokê de, lê li hin cihên din de diçeqe. Heke çeqîna zîgot an jî embriyoyê di coga hêkê de an jî li aliyê derveyî diwarê malzarokê de rû bide, ev ducanî wekî ducaniya derekî (bi înglîzî: ectopic pregnancy) tê navkirin. Ducaniya derekî de egera geşebûn û peresîna asayî ya embriyoyê tune, herwisa ev rewş gefek xeter e ji bo jiyana dayikê. Ducaniyên derekî bi neştergeriyê tên dawîkirin.[10]

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  2. a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  3. Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  4. Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  5. Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  6. a b Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
  7. a b Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  8. Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  9. Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.
  10. Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.